Zarokên di encama şer de sêwî mayî: Em aramî û mafê xwe dixwazin

  • 09:01 20 Mijdar 2020
  • Zarok
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Zarokên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama şerê li herêmê de sêwî mane bi minasebeta Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de wiha gotin: "Em bi vê boneyê maf, zaroktî, welat, malbat, jiyan, aramî, ewlehî û aştiyê dixwezin." 
 
Di van 10 salên aloziya Sûriyeyê de, bi sedan zarok hatin qetilkirin, revandin, firotin, sêwî man, windabûn û derbider bûn. Di vê çarçoveyê de û bi boneya Roja Mafê Zarokan a Cîhanê Zarokên Keskesora Alan ku di encama şerê dewleta tirk, Rêjîma Sûriyeyê û komên çete sêwî mane û ji malbatên xwe qetiyane diyar kirin  ew naxwazin tiştên ku wan jiyan kiriye zarokên din bijîn. 
 
'Ez dixwazim vegerim Efrînê'
 
Zaroka 9 salî ya ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye bavê wê di encama topbara balfirên şer yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dide.  Zaroka bavê wê di encama bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da wiha got: "Em zarok in loma divê em her tim di nava lîstokan de bin, bi hevalên xwe re bilîzin û kêfxweşî li ser rûyê me neçe. Lê rewşa me Zarokên Rojavayê Kurdistanê berovajî zarokên cîhanê ye. Dema mala me li Efrînê bû şer çêbû, balafirên dewleta tirk bê navber topbaran dikir, bi hawan û bombeyan malên me hilweşandin. Ew cara yekemîn bû ku min di jiyana xwe de balafirên şer didît. Di wê demê de bavê min di şer de jiyana xwe ji dest da û em koçberî Kobanê bûn. Ez bi boneya roja zarokan ya cîhanî dixwazim vegerim mala xwe, nava heval û malbata xwe. Em zarokin dewleta tirk mafê me ji me standiye, ji ber vê em mafê xwe yê jiyanê dixwezin."
 
'Di şer de ez bê malbat mam' 
 
Her wiha Zaroka 16 salî ji bajarê Helebê ye, dayik û bavê wê di encama topbarana Rêjîma Baasê de jiyana xwe ji dest dan. Xwişk û birayê wê winda dibe û ev 5 sal in tu agahiyên wê ji wan tune ye. Zarokê bangawaziya rêxistinên mafên zarokan kir û got: "Mala me li Helebê bû, min bi hevalên xwe re li kolanê dilîst. Piştî ku min lîstokên xwe bi dawî kir ez vegeriyam mal ku min dît mala me di encama topbaranê de hilweşiyaye. Wê demê Yekîneyên Parastina Gel yên Şêx Meqsûdê alîkariya min kirin û ez derbasî Kobanê bûm. Sê xwîşk û sê birayên min hene, lê ez tiştekî di derbarê wan de nizanim. Ez ji vê rewşê pir bandor dibim. Li aliyekî dayik û bavê min mirin û li aliyekî min xwîşk û birayên xwe winda kirin. Ev bûyerên ku hatine serê min di encama şer û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, dewleta tirk û Rêjîma Baasê de qewimîn. Em di vê çarçoveyê de ji tevahî rêxistin û saziyên ku bi mafên zarokan re têkildarin bangewaziyê dikin ku rewşa me zarokên li Sûriyeyê bibînin û ji bo bi dawî kirina aloziya Sûriyeyê û rawestandina şer çareseriyê bibînin."
 
'Di encamê de ez û birayê xwe sêwî man'
 
Her wiha zarokê û 11 saliye niha bi birayê xwe re li Keskesorê dijî. Dayik û bavê wî di rêya di navbera Qamişlo û Şamê de ji aliyê komên nenas ve hatin qetilkirin. Zarok dibêje xeyalê min pêk nayên ji ber ku dayik û bavê min tune ne û wiha got: "Dayik û bavê min diçûn bajarê Şamê, lê ji aliyê komên ne nas ve li ser rê hatin qetilkirin. Di encamê de ez û birayê xwe sêwî man. Di vî şerî de bi sedan zarok qetilbûn, sêwî man û derbider bûn. Rewşa zarokên Sûriyeyê li ber çavên tevahî cîhanê xuyaye, lê ew bê wîjdan tevdigerin û tenê li pey berjewendiyên xwe ne. Loma em bi vê boneyê maf, zaroktî, jiyan, aramî, ewlehî û aştiyê dixwazin."