‘Li Tirkiyeyê di warê parastina zarokan de newekhevî heye’

  • 11:25 17 Mijdar 2020
  • Zarok
AMED - Parezer Gazal Bayram Koluman bal kişand ser binpêkirina mafên zarokan û got: “Li Tirikiyeyê mafên zarokan nayê parastin û newekhevî jî zêde y. Li herêma me bi hezaran zarok tên kuştin koçberkirin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin û zarok dibin qurbana polîtîkayên şer.”  
 
20'ê Mijdarê li her derê wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê bi çalakîyên cihêreng tê pîrozkirin. Ev roj di 20'ê Mijdara sala 1989'an de ji alîyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY)ve bi peymaneke ku 197 welatan îmze kiriye  weke  Roja Mafên Zarokan hatîye destnîşankirin. Têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman axivî.
 
‘Li Tirkiyê ji bo zarokan polîtîkayek tevahî nîne’
 
Gazalê bal kişand ser 20’ê mijdarê û got: “Mafê zarokan wekî têgeheke navneteweyî hemû mafên zarokan pênase dike ku bi qanûnî an jî ehlaqî hemû zarok piştî ji dayik dibin li gor vî mafî divê bên parastin. Ev maf, wekî mafên perwerdehî, tenduristî û jiyanê û li hember êrîşa zayendî parastina zaroka ye. Lê mixabin em ji bo Tirkiyeyê nikarin bibêjin ku ev mafên zarokan tên parastin. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo zarokan tu polîtîka nayên pêşxisitn û zarok bi awayekî wekhev nayên parastin.  Divê di navbera zarokan de cudahiya reng û netewê neyê kirin. Divê mafên hemû zarokan bi awayekî wekhev bê parastin.”
 
‘Li herêmê zarok tên qetilkirin’
 
Gazalê diyar kir ku mafên zarokan ê jiyînê li Kurdistanê bi zanebûn tê binpêkirin û got: “Li herêmê mafên zarokan zêde tê binpêkirin mafên zarokan tê binpêkirin. Bi taybetî jî li herêmê zarok di nava şer de mezin dibin. Her wiha ji ber zêdebûna leşker, polîsan û wesayitên zirxî yên li herêmê jiyana zarokan dikeve xeterê û gelek zarok ji ber ku wesayitên zirxî yan bi qestî li wan dane yan jî ji ber bê baldariya ajovanên van wesayitan zarok di binê wan de mane. Zarokên ku van wesayitan li wan dane gelekên wan jiyana xwe ji dest dane û hin ji wan jî astengdar mane. Li gel van pêkanînan hemû yan jî tu kes heta roja îro ji ber bûyereke wiha nehatiye cezakirin û nehatiye darizandin. Ji bo bûyerên li herêmê diqewimin polîtîkayên bêcezahiştinê tên meşandin.”
 
‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê zikmakî perwerde bibînin’
 
Gazal bal kişand  ser perwerdehiya zarokan û destnîşan kir ku zarok li Tirkiyeyê nikarin bi zimanê zikmakî perwerde bibînin û got: “ Wekî ku tê zanîn li tirkiyeyeyê gelek netew dijîn. Lê tenê bi zimanê trkî perwerde tê dayîn. Li herêmê zarokên kurd ji ber ku tenê zimanê xwe dizanin gava dest bi dibistanê dikin ji ber ku bi tirkî perwerde tê dayîn hem di warê pêwndiyê de û hem jî di warê dîtina perwerdê de pirsgirêkan dijîn û nikarin xwe baş pênase bikin. Bİ vî awayî piraniya zarokên kurd ji mafên xwe yê perwerdî tên dûrxistin.”
 
‘Rewşa pandemiyê pêşiya zewaca zarokan vekir’
 
Gazalê got rewşa pandemiyê jî li ser binpêkirina mafên zarokan bandorek girîng kir û ev tişt anî ziman: “Bi şert û mercên pandemiyê re binpêkirina mafên zarokan zêdetir bû. Herî zêde ji hêla perwerdeyê de kêmasîyek berbiçav derket holê. Wekî ku tê zanîn di wê pêvajoyê de zarokan bi rêya online perwerde dîtin. Lê belê tenê malbatên ku derfetên wan hebûn zarokên wan perwerde dîtin. Yên ku tune bûn di pêvajoya pandemiyê de mafên wan a perwerdeyê hat binpê kirin. Di heman demê de şert û mercên pandemiyê pêşiya zewaca zarokan jî vekir.”
 
‘Rêjeya karkerên zarok zêdetir bû’
 
Gazal di dawiya axaftina xwe de got li cihên koçberî, şer û pevçûn diqewimin jî binpêkirina mafên zarokan zêdetir e û wiha axivî: “Gava em li rewşa Tirkiyeyê dinêrin hem ji ber qeyrana aborî hem jî ji ber penaberên ku ji Sûriyeyê hatin karkeriya zarokan zêdetir dibe. Qeyranên bi vê cûreyî di nav civakê de newekheviya heyî kûrtir dikin. Ew newekhevî jî herî zêde di hêla aborî de xwe didin der. Aloziyên ku malbat dijîn jî zêdetir bandora xwe li ser zarokan dikin. Ji ber zextên ku malbata li wan dikin berê xwe didin qada xebatê.”