Zarokên Sûriyeyî bi erebokên xwe barê cîhanê hildigrin

  • 09:05 15 Mijdar 2020
  • Zarok
Berîtan Canozer
 
AMED - Li herêm û Tirkiyeyê bi erobokên ji xwe girantir didin ber xwe, barê giran a cîhanê li pêy xwe kaş dikin. Şer, pêvçûn, hilweşandin bû sedem ku zarokên Sûriyeyî berê xwe bidin welatên biyanî. Zarokên ku xeyal dikirin bibin bijîşk û astronok niha li kolanên Amedê kaxez, karton û şîşeyên plastîk kom dikin. 
 
Di sala 1989'an de Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî hat qebûlkirin ji vê rojê an go 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hat îlankirin. Li gelek deverên cîhanê zarok ji mafê, perwerdê, ewlehî û tenduristiyê sûde nagirin û di nava şîdet, xizanî, newekhevî û nîjadperestiyê mezin dibin. Bi taybetî jî di nava zarokan de rewşa herî bi xeter jî rewşa zarokên koçber û penaberan e. Betîr mafên wan tê binpêkirin. 
 
Di sala 2011’an de ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bi sedan welatiyên Sûriyeyê koçber bûn. Hêj şerê navxwedî dom dikir DAÎŞ ket Sûriyeyê û şer her ku çû kûrtir bû. Ev tişt jî bû sedem ku hejmara koçberan zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Penaberan li Tirkiyeyê bi giştî 3 mîlyon 612 hezar 968 welatiyên Sûriyeyê hene. Di nav de milyonek 664 hezar û 249 zarok hene. 
 
Zarokên Sûriyeyî dema tên sînorên Tirkiyeyê di nabera jiyan û mirinê de diçin û tên. Ji bo jiyanek aram berê xwe didin Tirkiyeyê. Bi taybetî tên li Mêrdîn, Riha, Êlih û Amedê bi cih dibin. Dema li vir bi cih dibin jiyana herî trajik re jî rûbirû dimînin. Zarok di nava, xizanî, nîjadperestî û şîdetê de hewl didin ku bijîn. Zarokên ku li Amedê bi cih bûna bêtir karê komkirina şîşeyên plastîk, kaxiz û kartonan dikin. Li her kolanên Amedê heman dîmen hene. Zarok hêj serê sibêhê dest bi kar dikin li hemû kolan û kûçeyan li pey kaxez û kartonan dikevin.  Zarokên ku di sala 2015'an de ji ber êrîşan ji Helebê berê xwe dan Amedê ji ajansa me re behsa rewşa xwe kirin. niha 
  
‘Bi heqeretan re em rûbirû dimînin' 
 
A.C. jî li Ofîsê bi birayê xwe re bi ereboka xwe li kolanan kaxez û şîşeyên plastîk kom dike. Birayê A.C,  C.C. jî di nava çopê de kaxezan kom dike û bi barekî giran dikeve rêya xwe diçe. Bavê û 4 birayê wî jî li kolanan kaxezan kom dikin. C.C. di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrîşên nîjadperestiyê: "Dema ez nû hatim min dest bi dibistanê kir. Lê her kes ji min re digot 'Sûriyeyî' heqeratê li min dikirin û min jî dev ji dibistanê berda. Niha jî heman nêzîkatî heye û dema em diçin dikanan û pirsa karton û kaxezan dikin bi heman heqeretê nêzî me dibin. Li taxa ku em dijin de jî heman nêzîkatî heye. Di nava 6 salan de li Amedê hinê bi tirkî bûye. Ez mala xwe nîşanî tu kesî nadim, dibe ku polîs bên û me bibin."
 
C.C. tu carî li pêy xelan neketiye 
 
C.C wekê zarokên din bê lepîk û bê maske li kolanan li hemberî vîrûsa koronayê karton û şîşeyên plastîk kom dike. C.C. destnîşan kir ku gelek caran 14 saetan bê navber dixebitin û got: "Em 14 saetan dixebitin lê tenê 5 TL digirin. Kesên ku xelkê li vir in heman karî dikin ji me zêdetir pere digirin. Ji ber ku em xelkê Sûriyeyê ne û bi heqdestek kêm me didin xebitandin. Gelek caran li gorî însafê em 20 TL digirin. Dema ez 20 TL bigirim ez rojek behna xwe vedidim. Ez pereyê xwe didim dayika xwe û dayika min jî debara malê dike." C.C, di axaftina xwe de da zanîn ku tu carî li pêy xeyalan neketiye û wiha bi lêv kir: "Tu carî xeyalek min çênebû. Ez tu carî nefikirim ku ka ez bibim çi. Niha tenê daxwazek min heye û ev jî qezençkirina pere ye."
 
'Dixwazim vegerim welatê xwe'
 
Gelek zarok hene ku neçarin debara mala xwe bikin û li kolanên Amedê li pey karton, kaxez û şîşeyên plastîk ketine. Zarokên dixwebitin necariya xwe anîn ziman. Zarokên ku axivîn bal kişandin ser bêrîkirina welatê xwe û ji ber ku li welatê wan jiyanek wan hebû, zarok diçûn dibistanê û li kolanên welatê xwe azad dilîstin. Niha tenê hêviyek wan zarokan heye ku dawî anîna şer e. A.T., 13 salî ye heman karî dike di dema koçberiyê de dayika xwe winda dike. A.T., niha li gel bav û birayê xwe li Rêzana Amedê dijî. A.T demên borî dixwest ku bibe bijîşk, lê niha li kolanan kartonan kom dike û debara malbata xwe dike. A.T., dixwaze vegere welatê xwe, li vir biçe dibistanê û bibe bijîşk. 
 
Pêlîstokên kom dike dibe malê 
 
Birayê A.T. B.T. jî 10 salî ye û dixweze vegere welatê xwe. B.T., cil û berg û pêlîstokên ku kom dik dibe malê. B.T dixwaze li taxê hevalên wî hebin û bi hev re bilîzin, lê dema ku birayê wê diçe kaxizan kom dike vê demê derdikeve derve. B.T., dixwaze bibe astronot û xeyala B.T. ya herî mezin jî dîtina fezayê ye. zorlanıyoruz'
 
'Ji neçariyê hinê tirkî bûm'
 
Z.H. (15) bi dayik, bav û 3 xwişk û birayê ve hatiye Amedê û niha li Sûrê dijî. Z.H. her roj ji heman saetê derdikeve û lê heman saetê nayên malê. H.Z., diçin her kolanên Amedê, dema diçin digerin jî bi nêzîkatiyên ne baş re rûbirû dimînin. Z.H, ji neçariyê hînê tirkî jî bûye û dema nexweş bê jî ji neçariyê derdikeve li kolanan kaxiz û kortonan kom dike. Z.H., diyar kir ku dema em bersiva yekî bidin bi êrişê re rûbirû dimînin û got: "Dayika min her tim behsa rojên berê ji me re dike. Dibêje 'Li welatê me jiyanek me ya xweş hebû. lê heke li vir şerek derkeve dê mirovên li vir jî heman tiştî bijîn.' Ez tim dixwazim vegerim welatê xwe û ez naxwazim li vir bijîm. Ez jî malbata min jî li vir di nava zehmetiyên dijwar de dijîn."