‘Divê zarok ji înternetê bên parastin’

  • 09:10 11 Hezîran 2020
  • Zarok
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Zarok li Her Derê ne û civaknas Demgul Athan diyar kir ku ji bo pêşî li êrîşên zayendî yên zarokan bi hevkariya înternetê pê re tên rû hev, bê girtin malbat hişyar kirin û got divê dewlet jî polîtîkaya parastina zarokan bike jiyanê.
 
Di salên dawî de zarok bi hevkariya înternetê bi êrîşên zayendî re rûbirû dimînin û tên tacîzkirin û ev bûye pisgirêkek girîng. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Zarok li Her Derê ne û civaknas Demgul Athan got divê hem malbat û hem zarok ji van xetereyan bên parastin.
 
‘Qada lîstikê ya zarokan bi sînor bû’
 
Demgulê wiha got: “Di pêvajoya pandemî de dibistan hatin girtin. Zarok neçar man jiyana xwe li malê derbas bikin. Belkî jî cara yekem bû ku malbat û zarok evqas li gel hev dem derbas kirin. Qada lîstikê ya zaorkan sînor bû. Bêguman zarokan brê xwe dan alavên teknolojîk. Em dizanin ku gelek malbatan di vê pêvajoyê de destur dan zarokên xwe. Bikaranîna înternetê ya zêde bêguman bi zarokan re rê li ber tiştên neyînî vedike. Hinek xetereyên din yên vê hene. Di hawira înternetê de zarok rastî zordariya sîber û îstîsmarê jî dikarin bên. Di çapemeniya civakî, youtube û lîstikan de, ger ne di bin kontrola malbatan de be, dikare îstîsmar pêk bê. Di demên dawî de di vê mijarê de bûyerên îstîsmarê zêde bûne.”
 
‘Xetereyên wê çi ne?’
 
Ayselê bi lêv kir ku di lîstinên zindî yên înternetê de kes hem dikarin lîstikan bilîzin hem dikarin bi taybet peyaman bişînin ji hev re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Zarok di înternetê de dikarin bikevin lîstikên wisa. Mezin jî dikarin bikevin van lîstikan. Di hawirên wisa de kesên niyeta wan nebaş jî hene. Di van lîstikan de peyaman dişînin û dikarin êrîşî zarokan bikin. Gelek zarok vê ferq nakin an jî ji ber tên tehdîdkirin bi malbatê re parve nakin. Ji ber vê jî êrîşên zayendî û zordarî demek dirêj dikare berdewam bike. Ev jî bandoreke neyînî ya fîzîkî û psîkolojîk li ser zarok dike. Zarok bi navnîşana malê, qerta kredî ya malbatê, numareyên telefonê tên tehdîdkirin. Heman rewş dikare di çapemeniya civakî de jî pêk bê.”
 
Ayselê di dawiya axaftina xwe daxuyakirin ku bi agahiyên ku ji zarokan tên girtin, li zarokan sohbeta zayendî ferz dikin û got: “Ji bo ev neyên jiyîn, ji bo zarok bi awayekî baş înternetê bi kar bînin, divê tedbîr bên girtin. Hem malbat û hem jî dewlet divê vê pêk bîne. Divê her tim zarok bên kontrolkirin. Di hinek pêkanîn de divê sînorkirina temen bê anîn. Divê di tablet, telefon û kopîturan de mifte bê bikaranîn. Vîdeoyên her kes di youtubê de dibîne divê jia liyê merciyên dewletê ve bên astengkirin. Divê li mufredata dibistanê ya MEB’ê bikarananîna înternetê wek ders bê bikaranîn. Divê STO’yên di qada zarokan de dixebitin jî der barê îstîsmara zarokan de kampanyayan pêk bînin.”