'Divê zarok bêyî ku bên tirsandin bên parastin'

  • 09:08 17 Gulan 2020
  • Zarok
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Psîkolog Sevgî Turkmen diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de zarokên li malê dimînin, divê ji tirsê bên parastin. Sevgiyê balkişand ser zarokên li girtîgehê jî û wiha got: “Zarok û sûc nikare bê cem hev. Divê girtîgehên zarokan bên rakirin.”
 
Psîklog Sevgî Turkmen balkişand ser psîkolojiya zarokan ya di pêvajoya pandemiyê de û ji bo zarokên li malê û her wiha zarokên li girtîgehan pêşniyarên girîng kir. Sevgiyê daxuyakirin ku divê di pêvajoya pandemiyê de zarok ji tirsê bên parastin û got tirs hêza parastinê ya zarokan dişkîne.
 
‘Divê zarok ji tirsê bên parastin’
 
Sevgiyê bi lêv kir ku zarok tirsê ji malbatên xwe digirin û got: “Zarokên bitirsin li dijî îstîsmarê deng dernaxin, alîkariyê naxwazin. An jî mafên xwe nafkirin. Bixbaweriya wan jî kêm e. Dema vîrus tê vegotin jî divê fikar û tirs neyê afirandin. Dibistan hatin girtin. Nexweşî dikare bi têgehên wek şewbê bê vegotin. Zarok ji xwe kite kiteyan naxwazin. Kite kite tirsê diafirînin.”
 
‘Ji bo zarok ji tirsê bên parastin divê ewil hun xwe biparêzin’
 
Sevgiyê balkişand ser reklamên di televîzyonan de û çapemeniyên civakî û daxuyakirin ku divê zarok li ber çavan bên girtin, hesabê vê bê kirin û weşan bên kirin. Sevgiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tirs û fikar neyên mezinkirin. Seranserê rojê temaşekirina televîzyonan fikaran zêde dike. nîqaşkirina vîrûsê fikaran zêde dike. Divê ewil em xwe ji tirsê dur bixin û zarokan jî wisa ji tirsê biparêzin. Her wiha di vê pêvajoyê malê jî neguherin dibistanê. Bi zarokan re demên xweş derbas bikin. Divê bi zarokan re bi zimanekî di cih de bê axaftin. Beyî bername û saet dema xwe derbas bikin. Zarok li malê jî kêfxweşin. Bi zimanekî xweş bê vegotin zarok vê baş fêm dikin.”
 
‘Divê girtîgeh neyên jibîrkirin’
 
Sevgiyê balkişand ser zarokên li girtîgehan û wiha got: “Divê li ser rûyê erdê têgeha girtîgehên zarokan bê rakirin. Zarok û sûc nikare bê gel hev. Ger zarok zirarê bidin kesên din sedema vê bêguman derdora civakiye. Divê der barê pirsgirêkên zarokan de çareserî pêk bê. Zarok wê ji dewet, gardiyan û kesên nas nakin bêguman bitirse. Wê dîsa wan tevgeran bikin. Divê zarok malbat jî têde ji tu kesî negirtin. Hewcedariya zarokan ne nesihetan bi jiyanê heye. Divê demildest girtîgehên zarokan bên rakirin.”