Zarokên Helebê: Mala me dibistana me ya duyemîn e

  • 09:08 3 Gulan 2020
  • Zarok
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Zarokên Helebê, piştî biryara qedexeya derketina derve hat dayîn dema xwe piranî li malê derbasdikin. Zarokan diyar kirin ku niha dibistan hatine girtin û malên xwe kirine dibistana duyemin. 
 
Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina gelê herêmê ji vîrûsa koronayê, biryarên girîng girtin û di nav de jî biryara betlandina dibistana a zarokan hebû. Zarok ji dibistanên dûrketin û di malê de bi malbatên xwe re di karantînayê de rojên xwe derbas dikin. Zarokên Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê mal ji xwe re weke dibistana duyemîn hibijartine û xwendina xwe li malê berdewam dikin. Zarok hewildidin asta xwe pêş bixin. Derbarê mijarê de zarokan ji me re axivîn û nêrîna xwe vegotin. 
 
‘Me mal ji xwe re kiriye dibistan’
 
Zaroka bi navê Israa Hemo yê 13 salî ye di refa Şeşan li Helebê dixwîne û niha di malê de tevî hevalên xwe fêrî  waneyan dibin wiha nêrîna xwe ji me re pave kir: “Piştî vîrûsa korona, ji bo ku em xwe biparêzin dibistanên me hemû hatin girtin, lê ev nayê wateya ku em xwendina xwe bidin rawestandin. Me mala xwe ji xwe re kiriye dibistan hemû waneyên xwe bi hev re em dibînin û em pirtûkên xwe dixwînin. Divê her zarokek li ser asta xwe yê perwerdê bisekine, da ku serkeftî be. Xwesteka min ew e ku zarok ji malê xwe dernekevin û xwe ji vîrûsa Korona biparêzin.”
 
‘Deme xwe bi fêrbûnê derbas dikin’
 
Her wiha zaroka bi navê Rojîn Mose ya 12 salî refa Şeşan dixwîne li ser rojên xwe di karantînayê de axivî û ev tişt got: “Ji ber sedema vîrûsa koronayê em ji waneyên xwe qut bûn, li malê bi hevalên xwe re perwerdeyên xwe dibînin. Em niha 6 zarok li gel hev perwerdeya xwe dibînin, em hêjmara xwe zede nakin ji ber kombûn çênebe, em hemî mirovên hevin. Divê em xwe ji xwendinê qut nekin û dema xwe bi fêrbûnê derbas bikin.”
 
‘Pirtûkên bixwînin û li biryaran guhdar bin’
 
Zaroka bi navê Înas Şêxo ya 14 salî jî wiha nêrîna xwe derbarê perwerdeya malê de anî ziman: “Ez dema xwe li malê vala derbas nakim piştî ku waneyên xwe bi dawî dikim, pirtûkan ji xwe re diwxînim. Ji bo ku em xwe ji vîrûsê biparêzin em tedbîrên xwe baş digirin. Pirtûkan bixwînin û li biryaran guhdar bin.” 
 
‘Em pêşrojê civaka xwe ne’
 
Herî dawî zaroka bi navê Nûra Misto ya 13 salî bang li zarokan û xwendekaran kir û wiha got: “Em zarok pêşeroja civakê ne, divê em li ser asta xwe a fêrbûnê di her alî de bi pêşbixin. Em nehêlin ku bandora buyerên em jiyan dikin li ser xwendina me bike. Di mala xwe de bi riya entirnet jî em dikarin xwe bêtir fêr bikin.”