Zarokên Kobanî mal kirin dibistana duyemîn

  • 09:08 26 Nîsan 2020
  • Zarok

Dîcle Demhat/Xezne Celal

KOBANÎ - Zarokên Kobanî di derbarê qedexeya derketina derve û betalkirina dibistanan de axivîn û gotin: "Ji ber belavbûna vîrûsa Korona li cîhanê dibistanên me hatin betalkirin. Em li malê perwerdeya xwe didomînin, pirtûkan dixwînin û didin xwendine."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi armanca parastina welatiyan ji vîrûsa korona rêzetedbîr girtin di nav de jî dibistan, peymangeh û zanîngeh hatin girtin. Di 23'yê adarê de qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin. Welatiyên herêmê li gorî biryarên ji aliyê Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristî de hatine girtin tevdigerin, di malê de parastina xwe û derdora xwe ji vîrûsa korona dikin. Zarokên Kantona Kobanî beşek jê li malê xwe perwerde dikin, beşeke jî di dikanan de alîkariya malbata xwe dikin û li di heman demê de xwe ji vîrûsa korona diparêzin. Di vê derbarê de zarokên Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Zarok li malê pirtûk dixwînin

Zarokê bi navê Gernaz Temî yê 12 saliye û asta şeşan dixwîne û niha jî li malê bûye mamoste û wiha got: "Piştî vîrûsa korona, ji bo ku em xwe biparêzin dibistanên me hatin rawestandin. Ji bo ku em durî xwendinê nekevin, li malê ez perwerdeyan didim hevalên xwe. Ez niha pênc zarokan perwerde dikim û min nexwest hêjmara zarokan zêde bikim, ji bo ku kombûn çênebe. Piştî waneyan em bi hev re pirtûkan dixwînin. Her wiha ez di demên xwe yê vala de tiştên teknîkî yên ku li mal xêra bûne, ser wan dixebitim. Xwestekê min ew e ku zarok li mal dernekevin, pirtûkên xwe bixwînin û xwe ji vîrûsa korona biparêzin."

'Em di malê de xwe perwerde dikin'

Her wiha zaroka bi navê Êlînaz Temî ya 9 salî destnîşan kir ku birayê wê yê 12 salî li malê wan fêrî xwendin û nivîsandinê dike û wiha pê de çû: "Ji bo ku em dûrî xwendina xwe nekevin li malê em perwerde dibin. Ez dema xwe li malê vala derbas nakim piştî ku xwedin û nivîsandin diqede ez pirtûkan dixwînim. Em niha li malê parastina xwe ji vîrûsa korona dikin. Dest û rûyê xwe di rojê de gelek caran dişûn, dema ku pêwistiya me bi tiştekî ji sûkê hebe em tedbîrên tenduristî digirin. Dema zarokek nexweşiya vîrûsa korona werbigire wê giştî malbat pêkeve, ji ber vê yekê ez hêvîdarim ku zarok ji malên xwe dernekevin û parastina xwe bikin."

'Ez li dikanê alîkariyê didim bavê xwe'

Zarokê bi navê Ehmed Osman yê 11 salî di derbarê deqexeya derketina derve û vîrûsa korona de wiha got: "Ez diçûm dibistanê, piştî vedigeriyam min xwendin û nivîsandina xwe dikir. Lê ji ber vîrûsa korona dibistanên me hatin rawestandin. Niha ez bi bavê xwe re dibim alîkar û di dikanê de kar dikim heta ku dibistana me vedibe."

'Li mal parastina xwe bikin'

Di dawiyê de zarokê bi navê Behcet Celal yê 9 salî diyar kir ku ew li mal xwe perwerde dikin û wiha domand: "Vîrûsa korona li cîhanê belav dibe, em jî ji bo ku xwe ji vîrûsê biparêzin li mal dimînin û dibistanên me hatin rawestandin. Li malê meta min xwendin û nivîsandinê dide min, ez durî xwendinê nekevim û ji bo ku demê min vala derbas nebe. Ji ber ku vîrûsa korona derketiye bila her kes li malê parastina xwe bike."