‘Dewlet di mijara zarokan de hevrûbûne samîmî pêk nayne’

  • 09:12 23 Nîsan 2020
  • Zarok
ENQERE - Parêzvana mafê zarokan Ezgî Koman da zanîn ku zarok tenê rojekê tên rojevê û dewlet hevrûbûnek samîmî pêk nayne û got: “Qanûnên tên derxistin zarokan esas nagirin. Berjewendiyên siyasetmedaran esas digirin
 
23’ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serdestiya Neteweyî li hemû wlat wek cejn tê pîrozkirin. Lê mixabin bi hezaran zarok li qadên cuda bi êrîşa zayendî re rûbirû tên, di temenê biçûk de tên zewicandin û karkeriyê dikin.
 
Ezgî Koman ku di Komeleya Zarokan a Gundemê de ya bi KHK’ê hat girtin, dixebitî, der barê polîtîkaya hikûmetê ya der barê zarokan de û pisgirêkên zarokan de nirxandin kir.
 
‘Dewlet samîmî nêz nabe’
 
Ezgiyê got di 23’ê Nîsanê de li Tirkiyeyê zarok tên rojevê û tenê rojekê dikevin rojevê û got: “Hatina rojevê ya zarokan jî dîsa bi bernameya mezinan pêk tê. Hewcedarî û potansiyela zarokan ji nedîtîve tê û di alî mafên zarokan de tu bandora wê çênabe. Dewlet di vê mijarê de jî hevrûbûnek samîmî pêk nayne.
 
‘Zarok we kesên xwedî azadî nayên dîtin’
 
Ezgiyê daxuyakirin ku di rastiyê de nirxê nadin zarokan û zarok wek kesên xwedî maf û azadî nayên dîtin û got: “Zarok ne di rojev û planên kesî de ne. Ev jî nîşan dide ku der barê mafên zarokan de destkeftiyên têr tunene. Meclîsê 23’ê Nîsanê cejna zarokan îlan kir. Ligel vê di 1990’an de Peymana Mafê Zarokan a NY’ê hat Îmzekirin. Lê mixabin qanûn pêk nayên. Bêguman herî zêde zarokên dezavantaj ji vê bi bandor dibin. Mekanîzmayên parastina zarokan baş pêk nayên. Der barê zarokên penaber de jî dane nayên bidest xistin.
 
Ezgiyê polîtîkayên der barê zarokan de yên divê bikevin jiyanê wiha rêz kirin:
 
*Di vê pêvajoyê de xebatkarên tenduristî, perwerde û xizmetên civakî, di mijarên şîdeta îstîsmarê jî têde, bûyerên şîdetê û rîskên taybet de bê perwerdekirin.
*Di mijara mafê zarokan de û şîdetê de divê ekîbên mudaxaleya ewil bên xurtkirin.
 
*Divê bandora vîrusa kovîd ya li ser zarokan bê nirxandin.
 
*Divê ji bo malbatên hewcedar ji mekanîzmayên piştgiriyê fêdeyê bigirin.
 
*Ji bo zarok ji malbatên xwe veneqetin divê pêngavên şênber bên avêtin.
 
*Divê di pevajoya vîrusê de jib o parastina zarokan baldarî tevbigerin.
 
*Divê zarok û ciwanên penaber xwe bigihînin xizmetên tenduristî û hawireke bi ewle.
 
*Zarokên girtî divê bên tahliyekirin.
 
*Di televîzyon û hawirên înternetê de li gorî temen, pêşketina zarokan der barê vîrusê de agahdarkirin bêkirin.
 
*Divê der barê şîdet û îstîsmara di înternetê ya li hember zarokan de tedbîr bên girtin.