Di dema nexweşiyê de ji bo zarokan divê çi bê kirin?

  • 09:05 25 Adar 2020
  • Zarok

STENBOL - Aktîvîsta mafê zarokan û şêwirmenda psîkolojîk Huner Aydin, ji bo di pêvajoya vîrusa korona de zarok pêvajoyek baş derbas bikin, pêşniyar ji bo malbatan kir û got divê zarokên li girtîgehan jî bên tehliyekirin.

Vîrusa Korona ku hemû cîhan xist bi bandora xwe, li Tirkiyeyê jî nexweşî derket û her kes wek tedbîr ji malên xwe dernakevin. Yek ji cihên ku herî zêde di bin rîskê de ye girtîgeh in. Li gorî însiyatîfa gel jî hejmara zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin ji Mijdara 2019’an heta niha 780’ê ye.

Şêwirmenda psîkolojîk û aktîvîsta mafê zarokan Huner Aydin, pirsên weke ‘Li malê ji bo zarokan divê çi bê kirin?’, ‘Nexweşiya vîrusa korona divê çawa ji zarokan re bê ravekirin’, ‘bêyî telefon û tabletê zarok çawa dikarin li malê bên girtin’ bersivand.

‘Divê rewşa rûniştinê ya malê ji zarokan re bê vegotin’

Hunerê bi lêv kir ku divê malbat beriya her tiştî ferzbûna mayina li malê ji zarokan re vebêje û got: “Divê têkiliyeke bi ewle bi zarok re bê avakirin û rewş rast bê vegotin. Divê sedema derneketina derve, çima li malê ne bê vegotin. Ger bê veşartin ev rê li ber fikaran vedike û rê li ber bêbaweriyê vedike. Heta hûn dikarin bi awayekî rehet, zelal û bibawerî têkiliyekê deynin û bibêjin ‘em van rojan li malê ne. Divê em li malê bin ji ber ku van rojan vîrusek bi navê korona heye. Vîrus dikarin me nexweş bikin. Dema em li malê bin, destên xwe bişon, hewce nake em bitirsin. Mala me bi ewle ye, ji ber vê em dikarin xwe biparêzin. Dibe ku li malê mirov eciz bibin lê em dikarin tiştên kêfxweş bikin’.”

‘Karên rojane dikarin bibin wek lîstik’

Hunerê daxuyakirin ku dê û bav karên xwe yê rojane dikarin wek lîstikan bi zarokan re derbas bikin û wiha pê de çû: “Ger zarok tevlî karên malbatê bibin ev hesta berpirsyariyê jî pêş dixe. Li gorî pêşketina zarokan dikarin berpirsyariyên li gorî wan bên dayîn. Dikarin sebze û fêkiyan bişon. Hemû karên hêsan dikarin bikin wek lîstik.”

Hunerê destnîşan kir ku di ‘Pusulacik: Klavuza Perwerda Mafê Mirovan a ji bo Zarokan’ de ku Yekîneya Xebata Zarokan a Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê amade kiriye de gelek bername hene û got: “Ev bername dikarin ji bo zarokan bên pêkanîn. Komeleya Psîkologên Turk jî lîsteyeke bi sernavê ‘Li Malê be, bi zarokên xwe re li malê kêfxweş bin’ weşand. Malbat dikarin çavekî li van lîsteyan bigerînin. Dikarin li arşîvên şanoya radyoyê binêrin. Dikarin lîstikên di radyoyan de bi hev re guhdar bikin. Bi hatina biharê re dikare nebat bên çandin. ji kaxizan, qedexên kaxiz, kutiyên mast dikarin tişt bên çêkirin.”

‘Divê têkiliyek bi tendurist bê avakirin’

Hunerê her wiha diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê telefon û bîlgîsayar jî ji zarokan bê dûrxistin û bi sînor be û got: “Ji bo têkiliyek baş divê hawirên bi tendurist bên avakirin.Ger zarokên we zêde tablet û telefonan digirin dest xwe divê, di vê pêvajoyê de guherîn bê qezenckirin. Bi sebir, bêyî ku pergala ceza-xelat pêk bê, eleqe û jîrbûna zarokên xwe bibînin û zarokên xwe ji telefon û tabletan dûr bixin. Zarokên xwe guhdar bikin. Hewcedairyên wan bibînin.”

‘Zarokên li girtîgehan divê demildest bên berdan’

Hunerê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zarokên li girtîgehan dimînin û got 3 hezar û 100 zarok li girtîgehan e û got hemû zarok, jinên ducanî û 780 zarokên bi dayikên xwe re dimînin divê bên tehliyekirin û wiha dawî lê anî: “Dikarin ceza bên taloqkirin. Dikarin di statuya berdana bi kontrol de bin. An jî çareseriyek din dikare bê dîtin. Lê niha ji bo maf û tenduristiya rihê zarokan ya herî baş tehliye ne. Şert û mercên girtîgehê ji bo zarokan ne di cih de ne. Hele ku di vê pêvajoyê de qet ne di cih de ye.”