Du xwişkên ku ji Sûriyeyê koç kirine bi firotina destmalan debara xwe dikin

  • 09:06 23 Sibat 2020
  • Zarok
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Du xwişkên hev Evra û Ayşa ku 5 sal berê ji bi êrîşên DAIŞ’ê ya li hember Sûriyeyê, ji bajarê Helebê koçî Edeneyê kirin, li bazara taxê ya Şakîrpaşa destmalan difroşin û bi vê hewl didin jiyana xwe bidomînin.
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrîşê Sûriyeyê kirin û bi êrîşê re bi hezaran kes neçar man axa xwe terk bikin. Bêguman di şertên tên jiyîn de bedela herî mezin jin û zarok didin.  Zarokên ku barê giran yên şer hildigirin, di şertên zor û zehmet de jiyana xwe didomînin. Evra ya 10 salî û Ayşa ya 8 salî xwişkên hev in. Ji Helebê 5 sal berê koçî Edeneyê kirine. Niha li taxa Şakîrpaşa  li bazara taxê destmalan difroşin û pê debara xwe dikin.
 
‘Şer tiştekî bi xof e’
 
Dema şer hatiye jiyîn Evra 5 salî bûye û şopa şer hîna li ser heye. Evrayê wiha got: “Ez biçûk bûm. Her kes bi cihekî de direviya, diqiriya. Em gelek tirsiya bûn. Dayika min em xistin odeyekê. Dayika min pir digiriya. Me fêm nekir ku çi dibe. Em 6 xwişk û bira ne. Em hemû biçûk bûn. Dengê çekan dihat. Gelek bi xof bû. Piştre em hatin vir. Me li vir jî gelek zor û zehmetî kişand. Me xanî nedît. Kesî xanî nedida me. Em di kon de dijiyan. Dayika min diçû baxçe kar dikir. Hinek pere qezenc kir me xanî kirê kir. Ji bo alîkariya dayika xwe me jî dest bi kar kir.”
 
‘Ji ber krîzê em zêde pere qezenc nakin’
 
Evrayê bi lêv kir ku hefteyê carê li bajarê tezgahê vedikin û saet di navbera 08.00 û 18.00’an de dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em destmalan difroşin. Em cihekî nas digirin û difroşin. Em zêde pere qezenc nakin, ji ber krîza aborî. Zêde kes nagirin. Dîsa jî em pereyê nanê xwe derdixin.”
 
Evrayê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şer tiştekî gelek xerab e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em rastî nêzîkatiyên nîjadperest yên mirovan hatin. Em bi kêfî nehatin vir. Dibêjin ‘Sûriyeyî ne’ û me cuda dibînin. Em tiştên nebaş jiyan. Li vir jî mirovên nebaş hene. Em dixwazin welatê me azad bibe û em vegerin axa xwe.”