Zarokên Şengalê dixwazin dibistanên wan bên fermîkirin

  • 13:15 12 Çile 2020
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokên Şengalê ku bi zimanê dayikê yê kurdî perwerdê dibînin, bang li rayedaran kirin ku dibistanên wan ên bi kurdî bên fermîkirin.
 
Li Şengalê bi sedan zarok niha di dibistanan de zimanê xwe yê dayikê ku bi kurdî ye fêr dibin û dixwînin. Ji bo ku dibistanên zarokan fermî werin naskirin, li navenda Şengalê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ji aliyê Semra Mehsin ve hatî xwendin de bang li saziyên Mafên Mirovan û Hikumeta Iraqê hat kirin ku bi awayek fermî dibistanên wan nas bikin.
 
Di dewama daxuyaniyê wiha hate gotin; “Em zarokên Şengalê weke her kesê mafê xwe dixwazin, di cîhanê de her kes xwedî mafe, lê em zarokên Şengalê bê mafin. Li hemberî rastiya mafên me rayedaran çavê xwe girtine, di her civakê de zarok pêşerojin, lê meyên zarokên Şengalê yê zarokatî û xwendinê nîne.
 
Em bang li saziyên Mafên Mirovan û Wezareta Perwerdeya Iraqê dikin  ku me ji mafê me bê par nehêlin. Bila em ji zimanê xwe yê dayîkê bê par nemînin.”