Daxwaza sala nû ya Zarokên Efrînê: Em dixwazin vegerin Efrînê

  • 09:02 19 Kanûn 2019
  • Zarok
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Zarokên Efrînê yên ku li Helebê bi cih bûne, ji bo sala nû daxwazên xwe parve kirin û gotin: "Me pir bêriya Efrînê kiriye, ji bo sala nû hêvî û daxwazên me vegera Efrînê ye." 
 
Dewleta tirk di sala 2018'an de bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê kir, gel neçar ma koçber bûn. Niha jî gelê Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe dewam dikin. Zarokên Efrînê yên ku li Helebê bi cih bûne ji bo sala nû daxwazên xwe parve kirin.
 
'Me bêriya Efrînê kiriye'
 
Zaroka bi navê Roha Osman a 9 salî ye daxwazên xwe yên ji bo sala nû wiha par vekir: "Sersal li Efrînê cuda bû, lê niha em ji axa xwe dûr ketine, ji bo wê em birîndar in. Me bêriya Efrînê kiriye. Em axa xwe ji dagirkeran re nahêlin, em ê ji bo Efrînê her li ser piyan bin."
 
'Dê sala 2020'an bibe sala rizgarkirina Efrînê'
 
Zarokê bi navê Mihemed Elî Bîro bal kişand ser êrişa dewleta tirk û wiha pê de çû: "Erdogan û çeteyên wî axa me dagir kirin, lê em berxwedana xwe ji bo vegera ser axa xwe didomînin. Bila Erdogan û çeteyên wî baş bizanibin, em axa xwe ji wan re nahêlin. Hêviya me ew e dê sala 2020'an bibe sala rizgarkirina Efrînê."
 
'Bila zarok, bi zaroktiya xwe şah bibin'
 
Zarokê bi navê Kawa Hesûn ê 13 salî hêviya xwe ji bo sala nû wiha anî ziman: "Sala nû hat û em car din ji bajarê xwe dûr in. Dûrketina ji ser axa xwe ji bo me pir zor û bi êş e. Hevalên me li Til Rifetê li kolanan dilîstin bûn hedefa topan. Em soz didin wan zarokan ku berdêl çi dibe bila bibe, em ê axa xwe rizgar bikin. Em bi hêvî ne di sala 2020'an de ew ê zarok bi zaroktiya xwe şah bibin."
 
'Em welatekî bê şer dixwazin'
 
Zaroka bi navê Sara Osman jî daxwazên xwe wiha parve kir: "Em dixwazin di sala nû de welatê me ji dagirkeriyê rizgar bibe û em bi aşitî bijîn. Dewleta tirk bes ne mezinan zarokan jî qetil dike. Em naxwazin zarok bimirin û em welatekî bê şer dixwazin."