Zarok ji bo biçin dibistanê neçarî xebatê tên kirin

  • 09:23 14 Kanûn 2019
  • Zarok
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Zarokên nava hefteyê diçin dibistanê dawiya hefteyê neçar dimînin biçin bixebitin û diyar dikin ku ji bo xeyalên xwe neçarî xebatê tên kirin.
 
Tevî li Tirkiyeyê Plana Çalakiya Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re hatiye amadekirin jî gelek zarok di bin şert û mercên giran de bêyî qeyd tên xebitandin. Sala 2018’an wek ‘Sala Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re’ hat îlankirin û di koordînasyona Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatî bi tevlîbûnek piralî re bernameya têkoşîna bi karkeriya zarokan re (2017-2023) hat derxistin. Lê bi daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) derket holê ku tu pêşketin di pêkanînê de tune ye. Li gorî îstatîstikên 2018’an yên TUÎK’ê tevlîbûna zarokan a hêza kar di 2017’an de ji sedî 20,3 bû, di 2018’an de ji sedî 21,1 bû. Hejmara zarokên karker digihêje 2 mîlyonî û li gorî lêkolîna Navenda Lêkolîna Civakî û Aborî ya Zanîngeha Bahçeşehîrê (BETAM) li Tirkiyeyê ji her sê zarokan yek, yanî bi gotineke din ji 7 mîlyonî zêdetir zarok xizaniya aborî ya bi şîdet dijîn. Li her bajarî zarokên ku destmalan difroşin, di înşatê de dixebitin, pêlavan boyax dikin û wesayîtan paqij dikin hene.
 
Ji bo lêçûna dibistanê dixebitin
 
Li navçeya Seyhan a Edeneyê Alî Kemal û Alî Ekber yên kurapê hev in du heb ji 2 mîlyon zarokî ne. Alî Kemal û Alî Ekber her sibeh saet di 08.00’an de radibin û diçin Kolana Çakmak û neçar dimînin bixebitin. Zarok heta êvarê li ser kolanê pêlîstokan difroşin û ji ber rewşa malbatê neçar dimînin bixebitin.
 
‘Dixwazim bibim bijîşk’
 
Alî Kemal ê 10 salî destnîşan kir ku ew gelek ji dibistanê hez dike û ji ber vê jî hewl dide lêçûna xwe ya dibistanê derxe û got: “Ji ber rewşa malbata min ne baş e, ez lêçûna dibistana xwe derdixim. Ez diçim dibistanê û dawiya hefteyê jî dixebitim. Dersên min gelek baş in. Ez dixwazim bibim bijîşk. Xilaskirina jiyana mirovan tiştekî gelek xweş e.”
 
Alî Ekber ê 12 salî jî diyar dike ku neçare lêçûna dibistana xwe derxe û got: “Ez ji dibistanê gelek hez dikim û naxwazim dest jê berdim. Ji ber vê jî neçar im bixebitim.”