Şînbûna lingên zarokên kampa Waşokanî êşa wan vedibêje

  • 09:05 13 Kanûn 2019
  • Zarok
HESEKÊ - Ji ber barîna baranê zarokên kampa Waşokanî bi zehmetiyan re rûbûrû dimînin ji ber bêderfetiyan nikarin pêwistiyên xwe pêwşazî bikin. Ligel bêderfetiyan û jiyaneke zehmet a zivistanê zarok daxwaza vekirina dibistanan dikin. 
 
Ji ber êrişên artêşa tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyyê nêzî 300 hezar kes ji bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ber bi herêmên ewle ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo wan zêdetirî 94 dibistan diyar kirin tevî kampa Waşkanî ku 12 km dikeve rojavayê Hesekê û di 1ê mijdarê de hate ava kirin. Li gorî agahiyên navenda buroya kar û barên rêxistinî ku rêxistinên navdewletî koçberan paşguh kiriye. Kamereya ajansa me di nava kampa Waşokanî geriya û rewşa zarokên koçberan şopand.
 
'Zarok tên qetilkirin' 
 
Zaroka bi navê Esma Omer 13 saliye ku ji Serêkaniyê koçber bûye, şînbûna lingê wê êşa jiyana zarokên koçberan vedibêje. Esmayê ji ajansa me re axivî û got: "Em ji ber tang, top û balafirên artêşa tirk a dagirker li ser Serêkaniyê reviyan, em îro li kampa Waşokanî ne, lê jiyana me pir zehmete, em dixwazin vegerin malên xwe, lê ji ber hovîtiya artêşa tirk em nikarin, ji ber ku zarokan qetil dikin."
 
'Ji serma lingê me şîn bûye'
 
Esma wiha behsa jiyana xwe li kampa Waşokanî kir: "Ji ber barîna baranê em pir zehmetiyan dijîn, di kampê de hamû zarok nexweş dikevin, lingê me ji ber serma şîn bûye, dayika min xwest ji me re gore bikire, lê buhabû, derfetê me tuneye ku em potîn û goreyan ji xwe re bikirin. Ev rewşa piraniya zarokên kampa Waşokanî ne."
 
'Em daxwazin li kampê dibistan bên vekirin' 
 
Zaroka bi navê Fatma Xelîl 12 saliye ku ji gundewarê Serêkaniyê ye wiha axivî: "Em ji ber êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê em ji gundê Erbeyînê koçber bûn. Em dixwazin vegerin gundê xwe dibistanê bixwînin. Ji ber êrîşan rewşa me pir zehmete bi taybet bi barîna baranê, hin zarok hene pêxwas di nava heriyê de dimeşin, nexweşbûna zarokan sûcê artêşa tirk e, em dixwazin ji bajarê me derkevin, em vegerin dibistanên xwe û bi hevalên xwe re bilîzin.”
 
Zarokên kampa Waşokanî bang li Rêveberiya Xweser kir ku dibistanek li kampê ji bo wan vekin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku alîkarî pêşkêşî wan bikin.
 
Li gorî agahiyê Rêveberiya dibistanan a Kantona Hesekê li ser daxwaza zarokan ji dibistanê, dê di demek nêz de li kampê were vekirin û zarok dest bi perwerdeya xwe bikin.