Zarokên Efrînê: Em dixwazin vegerin mala xwe

  • 09:02 12 Kanûn 2019
  • Zarok
Rojda Seyidxan
 
 
QAMIŞLO - Şêniyên Efrînê ev du salin ji axa xwe koçber bûne û hinek ji wan malbatan berê xwe dan kampa Newroz, zarokên ji Efrînê ku bi malbatên xwe re li kampê dimînin axivîn û gotin: "Em dixwazin di demek nêz de vegerin mala xwe."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, kêfxweşî, hêvî, lêyistik, coş û xwendina zarokên Efrînê nivco ma. Şêniyên Efrînê yên ku ji ber qirkirin, tang û balafirên şer ên dewleta tirk ku êrîş kirin koçber bûn,  hinek ji wan li Kampa Newroz a bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi cih bûne. Zarokên Efrînê ku  bi malbatên xwe re li kampê dimînin axivîn û daxwaza  ku vegerin mala xwe ser axa xwe û xwendina xwe dewam bikin kirin. Ajansa me mikrofona xwe dirêjî zarokan kir û yek bi yek daxwazên xwe anîn ziman.  
 
'Em dixwazin vegerin ser axa xwe'
 
Zaroka bi navê Cumana Bîlal ku 12 salî ye û ji Efrînê ye daxwaza xwe wiha anî ziman: "Îro em li kampa Newroz dijîn, ez û hevalên xwe ji xwe re dilîzin û stranan dibêjin. Dema em li ser axa xwe û li mala xwe bûn em hemû bi hev re diçûn dibistanên xwe û em gelek kêyfxweş bûn. Daxwaza me ew e ku li kampê dibistan û navenda Çand û Hunerê bê avakirin. Li hat diyarkirin ku wê di demek pêş de bê avakirin û vê jî me kêfxweş kir.  Lê em dixwazin di demeke nêz de vegerin ser axa xwe û biçin mala xwe."
 
'Em naxwazin zarok werin qetîlkirin'
 
Zaroka bi navê Sînem Silêman a 12'e salî ku ew jî ji Efrînê ye hêviyên xwe wiha parvekir: "Em jî dixwazin wek hemû zarokan  xwendina xwe dewam bikin û bi zimanê dayikê bixwînin. Dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir û hevêlên me qetil kirin. Vê em gelek aciz kirin. Tu sucê wan zarokan tune bû. Em naxwazin zarok werin qetîlkirin." 
 
'Tu sucê zarokan nîne'
 
Zaroka bi navê Fehîme Silêman a 11'e salî jî axivî û wiha got: "Ez ji Efrînê me, ev du salin em ji bajarê xwe koçbe bûne û li kampê dijîn. Ez naxwazim Erdogan zarokan bikuje tu sucê wan zarokan nîne. Ez jî dixwazim fêrî xwendinê bibim û biçim dibistanê."