‘Zarok nikare ji civakê dûr bê xistin’

  • 09:13 8 Kanûn 2019
  • Zarok
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endama Komeleya Zarok li Her Derê ne, Bahar Polat, diyar kir ku gelek pirsgirêk di rewşa ku zarok nagihêjin mafê xwe de dertên holê û got: “Em naxwazin zarokan ji kolanê bikşînin û hepsê qadên girtî bikim. Xeyalên me yên mezin ku nakeve nav çar dîwaran hene.”
 
Komeleya Zarok li Her Derê ne, di rojên borî de hat vekirin. Komeleyê salek û nîv beriya avakirina xwe ya fermî li kolanan xebat dimeşand û ji meha Hezîranê û heta niha li kolanan atolyeyan pêk tînin û xebatan dimeşînin. Endama Komeleya Zarok li Her Derê ne Bahar Polat der barê xebatan de axivî.
 
Baharê got di pêvajoyên ewil ên xebatê de bi malbatan re hevdîtin kirine û got: “Me got ‘malbat çi dibêjin, zarok çi dibêjin? Em li ser daxwazên wan ketin rê. Der barê zarokan de gelek xebat hene. Lê mixabin zarok zêde tevlî van pêvajoyan nabin. Me wek komele tevîbûna zarokan esas girt. Me zarok tevlî damezrandina komeleyê kir. Ji lîstikan heta pirtûkan, biryarên zarokan esas hatin girtin. Ji Amed, heta Stenbolê heta Enqereyê hevalên me bi xebatên xwe bi me re dikevin nava piştevaniyê. Li Amedê Toreke Xebatê ya Zarokan hebû. Em bûn pêkhateyên wê.”
 
‘Di nav demê de parvekirin fêr kirin’
 
Baharê anî ziman ku dema ewil li taxan xebat meşandine, malbatan gotine her tişt bi rêk û pêk e û got: “Lê zarok bi hev re nediaxivîn. Piştre me fêr bûn ku ji ber nasname, nêrînan ji hev cuda hatine dîtin. Zarokên keç û kur nedihatin cem hev. Dema em çûn taxan me dît ku zarok dixwazin bên gel hev. Zarokan digotin ‘bila li taxa me muzîk jî hebe, wêne jî hebe û lîstik jî hebe’. Di nava demê de zaroka parvekirinê hîn bûn, xwe îfade kirin.”
 
‘Em naxwazin zarokan hepsê cihên girtî bikin’
 
Baharê destnîşan kir ku ew di xebatên xwe de cihê girtî tercîh nakin û got demek dirêj bi zarokan li park, kolan û taxan hatine cem hev û got li şûna zarok bên cem me em çûn cem wan û got: “Me xwest em li qada zarokan xebatan bimeşîn in. Zarokan nexwestin em biçin cihên girtî. Me jî nexwest em zarokan li cihên girtî heps bikin. Xeyalên me yên ku nakevin nav çar dîwaran hene. Me li ser daxwaza zarokan li komeleyê pirtûkxaneyek vekir. Me odeyeke lîstikê ava kir. Pirtûkxaneya ku me ava kiriye jî pir ziman e. Ji gelek zimanan çavkaniyên me nene.”
 
‘Em malbatan jî tevlî hinek projeyan dikin’
 
Baharê daxuyakirin ku li gorî komên temenê zarokan pol ava kirine û her polek li gorî wekheviya zayendî hatiye belavkirin û krîterên wan yên diyarkirî hene û got: “Ligel vê zarokan komîsyonên mafê zarokan, komîsyona ziman, ekolojî, zanist û çand û huner ava kirine. Li ser daxwazên wan em bi hev re projeyan amade dikin. Carna em malbatan jî tevlî van projeyan dikin. Bi zarokan re malbat jî guherîn.Di jiyanê de gelek pirsgirêk ji ber ku zarok nagihêjin mafên xwe, dertên holê. Van xebatan ligel zarokan malbat jî gelek guhertin.