Zarokên Kurd û Emerîkî ji bo Rojava wêne çêkirin

  • 15:53 11 Mijdar 2019
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokên Kurd û Emerîkî li Washîngtonê li hev kom bûn û ji bo rawestandina êrişên dewleta tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  wêne çêkirin.
 
Komek ji zarokên Kurd û Emerîkî ji bo bibin hêvî, li Parka Mîlî ya li pêşberî Kongreya Emerîkayê wêne çêkirin. Zarokan li ser paçê dirêj û kaxizan wêne çêkirin û xwestin şerê li Rojava raweste.
 
Yek ji amadekaran got, "Zarok ji bo bidawîbûna vî şerî dixwazin peyamekê bişînin." Tevî zarokên Kurd her wiha zarokên Çînî û Ereb jî tevlî karê çêkirina wêneyan bûn û ji vî karê xwe re jî gotin, "Reng û hêvî ji bo Rojava."  Hate ragihandin ku wê di dema bê de çalakiyeke ji vê mezintir bê pêkanîn.