Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê'

  • 15:31 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin. 
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan ji bo piştevaniya çalakiya girtiyan a "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kom bûn û çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin. 
 
Çalakvan pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye" li xwe kirin. Endamên MATUHAY-DER'ê, dayikên çalakiya Nobeda Edaletê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlu, Cengîz Çîçek, George Aslan, endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya ya bi Malbatên ku Xizmên xwe Winda kirine ya  Anadoluyê (ANYAKAYDER) û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî çalakiyê bûn. 
 
Daxuyaniya ku hat astengkirin bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet" û "Bi berxwedanê de bi ser kevin" hat berzkirin." 
 
Parlamenter Cengîz Çîçek axivî û diyar kir ku tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan didome û divê tecrîd bidawî bibe. Cengîz, da zanîn ku ji bo bi dawîkirina  tecrîdê dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Çalakiya rûniştinê bi çepikan bi dawî bû.