Gundên Efrînê hatin bombebarankirin

  • 11:40 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Hat ragihandin ku Tirkiye û komên girêdayî wê navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên Şehbayê bombebaran kirin.
 
 Ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve li dijî gundên Soxanekê û Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşek pêk hat. Li gorî nûçeya ANHA'yê, gundê Dêqaq ê Şehbayê jî bi awayekî hemwext hat bombebarankirin.
 
Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.