Woman Press Freedom: 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne

  • 12:52 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Women Press Freedom di rapora xwe de destnîşan kir ku sansura desthilatan bi girtina rojnamegeran didome û diyar kir ku di sala 2024’an ber bi îro ve 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne. 
 
Woman Prees Freedom a bi girêdayî Kualîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) têkildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê têkildarî rojnamegerên jin rapora xwe aşkere kir. Di raporê de hate destnişankirin ku desthilat girtîgehan li dijî rojnamegeran wekî çekekî bi kar tîne. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku girtîgeh wekî cureyekî sansûrê tên bikaranîn û ev tişt hat gotin: “Di hêla cîhanî de desthilatan ji bo rojnamegeran bêdeng bikin amûra herî fêlbaz dîtin. Em di roja Azadiya Çapemenyê ya Cîhanê de dibînin ku îsal di girtina rojnamegeran de zêdebûnek heye û ev metirsyar e. Rojnamegeran di girtîgehan de ragirtin, bêdengkirin, rêgezên bingehîn ên çapemeniyê ji holê radike.” 
 
Rapor bal kişand metirsiyên ser rojnamegeran ên tevahiya cîhanê û wiha pê de çû: “Em li bendê ne ku demildest temînata çêkirina nûçeyan a azad û bêtirs ji rojnamegeran re were pêkanîn. Her ku binçavkirina rojnamegeran bidome dê gefa ser xwe îfadekirinê û demokrasiyê jî wek kurewî berdewam bike. Divê em girtina rojnamegerên ku heqîqet û hesabpirsînê tînin bîra me piştguh nekin. Daneyên me nîşan didin ku girtin ne tenê li cem desthilatên derveyî demokrasiyê tevdigerin, di tevahiya cîhanê de bûye kampanyayekî giştî.” 
 
Di berdewama raporê de hat gotin ku di sala 2024’an de 92 rojnamegerên jin di girtîgehan de tên ragirtin û ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2024’an de, rewşa navnetewî ya perçebûyî ji bo rojnamegeran her ku diçe bêhtir dibe metirsyar. Hêj îsal Tahira Nosheen Rana li Pakîstanê bi awayekî hovane hate kuştin. Îsraîl di bombebarana Xezayê de Hiba al-Abadla û keça wê Judy, Alaa Hassan Al-Hams û Angham Ahmed Adwanê kuşt. Ji meha nîsanê ber bi îro ve ji bo rojnamegerên jin li gelek herêman bûyerên binçavkirin û girtinê her ku diçe zêdetir dibin. 92 rojnamegerên jin niha girtî ne. Hinek bi dehan salên girtinê yên din bi gefên cezayên kuştinê re rû bi rû ne. Ji serê îsal ve 57 rojnameger hatin binçavkirin, girtin û hefskirin. 
 
Di berdewama raporê de ev tişt hatin gotin: “Agahî ne tenê binpêkirina mafên van jinan in, di heman demê de dema ku dikevin girtîgehê jî rastî tacîz, muameleyên cihêkariyê, zayendperesiyê tên. Ev ne tenê bi bêdêngkirina jinan re bisînor dimîne, heman demê de peyamê dide jinan, wan ji rojnamegeriyê dûr dixe. Daneyên di destê me de derbarê rewşa hedefgirtina jinên rojnameger û astengiyên ku derdikevin pêşberî wan jî nîşanî me didin.”