Wê Konferansa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Jin bê lidarxistin

  • 12:00 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan 6’ê Gulanê ’Konferansa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Jin’ li dar dixe.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Konferansa Neteweya Demokratîk û Konferderalîzma Jin" li dar dixe. Konferans wê bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve” were lidarxistin.
 
Li gorî agahiyên Yekîtiya Jinên Ciwan dane, wê jinên ciwan ên ji saziyên Rêveberiya Xweser tev li konferansê bibin. Di konferansê de dê li ser sîstema neteweya demokratîk di nava Rêveberiya Xweser û rola jinên ciwan di avakirina sîstema neteweya demokratîk de nîqaş werin kirin.
 
Konferans dê 6'ê Gulanê li Wargeha Ciwanan a li bajarê Qamişloyê saet 11.00'an dest pê bike. Konferans dê rojekê dewam bike bi encamnameyekê bi dawî dibe.