Navê têkoşîna edaletê: Emîne Şenyaşar

  • 09:03 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar bi mehane li ber deriyê girtî yê wezareta ku li ser ‘edelet’ nivîsiye radiweste. Hemû deriyên edeletê  li Emîneyê girti ne û ev jî têr nake doz lê tên vekirin.
 
Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di vê êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Pirsûsê. Lê êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP'î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar kuştibûn. Hevjînê Emîneyê Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn. 
  
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsîn di 18 mehan de temam kiribû. Lê  dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Di bûyera ku 3 kes di encamê de hatin qetilkirin di 18'ê Îlona 2019'an de jî tenê Enver Yildiz ê birayê wekîlê AKP'î bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. 
 
Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizgar bû ji bo Fadil Şenyaşar ê bi birîndarî hatibû girtin û nêzî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de ye û betalkirina biryara "veşarî" ya li ser dosyeya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê,  di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Rayedaran nexwestin çalakiyê bibînin.
 
Yên komkujî kirin li derve ne yên û yên birîndar girtî ne
 
Emîne Şenyaşar ji wê rojê heta niha di lêgerîna edaletê deye. Kurê wê hat girtin û 23 kesên ku malbata wê parçekirin wekê tu tiştek nebûye digerin. Emîne ku sê sal e têkoşîna edeletê dimeşîne derî bi derî digere û edeletê diqîre.
 
Nobeta ewil li Rihayê bû
 
Emîneyê bi kurê xwe Ferît re di 8’ê Adarê de Nobeta Edaletê li ber avahiya edliyeyê û serdozgeriyê ya komarê ya Rihayê da destpêkirin û 846 rojan berdewanm kir. Gelek sazî û komele çûn serdana Emîneyê û xwestin bibin dengê wê. Ji qada navneteweyî ji bo Emîneyê piştgirî hat dayîn.
 
Ji Rihayê bibin Enqereyê
 
846 rojan li dijî çalakiya Emîneyê bêdeng man û Emîne bi hêviyeke ku wê wezîrê dadê pê re hevdîtinê bike çû Enqereyê. Emîneyê li vir ji wezîr daxwaza hevdîtinê kir lê bi hincetên cuda hevdîtin hat redkirin. Li ser vê Emîneyê li ber wezareta dadê dest bi nobeta edaletê kir.
 
Her sê derî jî hatin girtin
 
Wezareta ji nobeta Emîneyê tirsiya bi dehan carî polîsan ew dorpêç kirin. Nehiştin rojnameger dîmen bigirin û kes nêzî Emîneyê nekirin. Emîneyê her roj ji ber wezaretê bang kir û bi mehane bi dovîzên ‘Girtina deriyan acizî ye. 2 kurê min û hevjînê min li nexweşxanê hatin qetikirin. Daxwaza me edalet e’ rudine. Wezaretê her sê derî bi hinceta ewlehiyê girtin e.
 
Tundiya fîzîkî û psîkolojîk
 
Emîne vê pêvajoyê li dijî tundiya psîkolojîk û her wiha li dijî nexweşiyan têkoşîn da. Emîne dermankirina psîkolojîk dibîne û çavê wê yê rastê ji ber girî ji sedî 70 xera bûye. Emîne ji ber êş û kederê nexweş ket û emelyat bû. Her wiha ji dilê xwe nerehete. Bi dermanên dixwe dikare razê.
 
Ji 9’ê Adara 2021’ê heta niha 31 lêpirsîn li Emîneyê hatin vekirin û 11 heb ji van veguherîn dozê. Niha nobeta edeletê ya Emîneyê didome û nayê zanîn ku wê kengê deriyên wezaretê bên vekirin.