Rojnameger: Em ê pîşeya xwe bidomînin

  • 19:47 3 Gulan 2024
  • Rojane
AMED - Di daxuyaniya DFG, MKG û DÎSK Basîn Îş a têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de, azadiya rojnamegerên girtî hate xwestin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê wek rojnameger pîrşeya xwe bidomînin.
 
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapxaneya Tirkiyeyê (Basin-Îş) a Nûnertiya Amedê li li ber deriyê DFG’ê ya li navçeya Bajarê Nû têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da. Parlamenter, nûnerên sazî û rêxistinan jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
‘Êrîş her diçin zêde dibin’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek ve hat xwendin.  Selman, wiha got: “Me rojnamegeran careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê di nave şert û mercên êrişkar ên desthilatdarıyê de pêşwazî kir. Astengkirinên şopandina nûçeyan heta sansurê, binçavkirin û girtinên ji bo çêkirina nûçeyan heta serdagirtina malên rojnamigeran a tariya serê sibê de tora êrişan her diçe berfireh dibe.  Di destpêka meha Nîsanê de mafê memnu yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi destê YSK’ê hat betalkirin. Gelê Wan’ê bi yekser daket kolanan û  xwedî li Şaredarê xwe derket. Rojnamegerên êriş û tundiya polîsan a li dij van çalekiyan dişopandin rastê tundiya polîsan a gazaza isotê, êrişa fişekên pilastî û ava şid hatin. Polîs wêne û dîmenên hevpîşeyên me jêbirin û rojnamegerê tundiyan polêsan kişand bi mirinê hat tehdîtkirin.  
 
‘Astengî li dijî mafê girtina ragîhandinê ye’
 
Di 1’ê Gulanê de li Stenbolê jî heman wêne derket holê. Polîsan rojnamegerên girseya kedkar û xebatkarên dixwestin bimeşin Taksîmê dişopandin derp kirin , destên hin ji wan kelepçe kirkin û ew kirin binçavan. Di Saraçhaneyê de li ser ferana amîrê polîsan a; ‘Çapameniyê durxin’ rojnameger rastê êrişeke berfire hatin. Di vî êrişê de hevpîşeyên me birîndar bûn, xebatên wan hatin astengkirin. 
 
Çewan ku êrişên polîsan ên bi ser çalakiyên gel ên civakî de pêk tên ne li gor zagonên dadgeha bingehîn in, di heman rengî de astegkirin û êrişkirina bi ser rojnamegerên hewl didin rewşê ji rayagiştî û cîhanê re ragihînin re jî ne li gor zagonên dadgeha bingenîn in û suc in! Ev kiryarên suç çiqasa li dij çapamenî û azadiya raman e ewqasa jî li dij mafê wergirtina ragihandinê ya gel e.  
 
’23 nûçe û 16 naverojên çapemeniya dîjîtal hatin astengkirin’
 
Di vê mehê de jî astengiyên li dij medya dijîtal û xwe gîhandina nûçeyan dewam kir. Di rapora me de diyar dibe ku 3 malperên internetan hatin girtin. Xwegîhandina 23 nûçe û 16 navarokên medya dijîtal  hat astengkirin. Pirtirên van astengkirinan li ser daxwazên bersucên destdirêjiyê, îstîsmara zayendî, nelirêt û gendeliyê pêkhatin. Bi van rêbazan ser rastiyan naye perdekirin. 
 
‘Çêkirina nûçeyan ne sûc e’
 
Zexta herî giran a li ser rojnamegeran girtin û tewqufkirin e. Hedef bêdengkirina rojnamegeran û veşartina heqîqetê ye. Ji bo vê rojnameger tên girtin û wan davêjin nav çar dîwaran. Navenda xwe Stenbol di seetên girêdayê Roja Rojnamegerên Kurd de di destpêka 23’yê Nîsanê de li dij rojnamegeran êriş û operasyon pêk hat. Bi ser malên rojnamegeran de hat girtin. 9 rojnameger hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan muhabîrê  Ajansa Mezopotamya Esra Solin Dal, Mehmet Aslan  û rojnameger Erdogan Alayumat hatin girtin. Di dozgerî û dadgeriyê de pirs nûçeyên ku rojnamgeran bi xwe çêkirine ji wan hat kirin. Fezlekeyên rojnamegeran bi nuçeyên li ser pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Serokê PKK’ê Abdulllah Ocalan û çalekiyên li ser van mijaran hatiye ristin. Tê xwestin ku rojnameger û mijarên nûçeyên ku rastiya civakê vedibêje  kiriminalize bikin. Em careke din destnîşan dikin ku mafê rojnamegeran nîn e  pirsgirêkên welatên ku lê dijîn re çavên xwe bgirin û ji nedîtî ve bên. Çêkirina van nûçeyan ne sûc e û ew ji ber van xebatên xwe yên aşkerakirina heqîqetê nayên darizandin. Peywira bingehîn a rojnameger ev e ku rastî û heqîqetê ji bo gel û rayagiştî aşkera bike. Her çend ev ‘nûçeyên rastiya jiyanê û civakê’ desthitadariya siyasî û dardorên hêzperest nerihet bike jî çêkirina van nûçeyan ne suc e. Ev bi peymanên navteweyî hatine ewlekirin. 
 
Zextên li ser çapemeniya azd
 
Bi operasyona navenda xwe Stenbolê re polîsên Belçîkayê bi rengeke korsanî avêtin ser Medya Haber û Stêrk TV’ê  jî. Derî hatin şikandin, xesar dan alavên teknîka weşanê, ji bo weşan bê astengkirin qabloyên cîhazan hatin birîn. Aşkera dibe ku zext û êrişên li ser rojnamegerên kurd di pêşengiya desthilatdariya nijadperest de li her derî didome. Van êrişên bêbext û dij mirovîn heta anha rojnamegerên Kurd, çapemeniya azad bêdeng nekir û dê ji vir û şûn ve jî bêdeng neke. 
 
Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapameniya Cîhanê de  careke din em van daxwazên xwe dubare dikin; Di serî de her 3 hevpîşeyên hevalên me yên rojnameger û bi giştî hevpîşeyên me yên girtî divê bê berdan. Rojnamegerî ne suç e. Di esasê xwe de darizandina wan sucê mezin e! Heta çapamenî azad nebe ne pêkane ku qala civakeke azad jî bê kirin.”
 
‘Rojnamegerî ne sûc e’
 
Seroka MKG'ê Roza Metîna bal kişand ser wate û girîngiya rojê. Rozayê, diyar kir ku rojnameger ne di rewşeke azad de ne û got ku îro gelek rojnameger di girtîgehan de ne. Rozayê destnîşan  kir ku rojnamegerên ku vê rojê di girtîgehan de pêşwazî dikin hene û wiha got: “Em îro li hemberî van zext û zehmetiyan li vir in, dengê wan in. Em careke din dibêjin rojnamegerî ne sûc e.”
 
‘Em azadiya rojnamegeran dixwazin’
 
Nûnerê DÎSK Basin Îş yê Amedê Hakki Boltan di axaftina xwe de diyar kir ku di hilbijartinan de helwesta herî girîng helwesta rojnamegeran e. Hakki, diyar kir ku di hilbijartinê de desthilatdarî hilweşiya û li Saraçhaneyê jî mûxalefet û wiha dirêj kir: “Rojnamegerî rastî bi xwe ne. Ger îro krîzeke aborî û siyasî hebe, yek ji sedemên vê girtina rojnamegeran e. Heta ku rojnameger azad nebin ev krîz çareser nabin. Em azadiya rojnamegeran dixwazin.”
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Dû re nûnerê TGS'ê Mahmût Oral axivî û got ku piştî AKP-MHP'ê di hilbijartinê de têkçûneke mezin dît, feraseta ku dê hikûmet dawî li van polîtîkayên çewisandinê bîne, derket holê. Oral diyar kir ku rejîma qesra faşîst a AKP-MHP’ê ti carî ji polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê venagere û wiha berdewam kir: “Ev nayê wê wateyê ku em ê xwe paşde bixin. Heta ku tarî belav nebe dê ev têkoşîn bidome. Silav ji rojnamegerên li girtîgehê li ber xwe didin.”
 
‘Ev têkoşîn didome’
 
Parlamentera DEM'ê ya Amedê Sevilay Çelenk, diyar kir ku çapemeniya kurd xwedî dîrokeke 126 salî ye û di vê sedsalê de li ser çapemeniya kurd girtin û zext pir e. Çelenk, diyar kir ku tenê di salên 90’î de 40 xebatkarên rojnameyê hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ev têkoşîn neqediyaye û di şert û mercên herî dijwar de jî didome. Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamegeran pîroz be."
 
‘Azadî tenê rojnamegeran eleqeder nake’
 
Di dawiyê de Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca axivî û wiha got: “Ez ji bo têkoşîna me ya mezin a ji bo bidestxistina azadiyê tevî van şert û mercên dijwar jî vê rojê pîroz dikim. Di nava 22 salên dawî de herî kêm 894 rojnameger ji ber ku çapemenî ne azad e di girtîgehan de hatin ragirtin. Azadiya çapemeniyê ne mijareke ku tenê xebatkarên çapemeniyê eleqedar dike. Heta roja ku yek hevalê me di girtîgehê de nemîne wê têkoşîna me bidome."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.