Li Bursayê 2 kes hatin girtin

  • 19:35 3 Gulan 2024
  • Rojane
BURSA - Ji 14 kesên duh li Bursayê hatibûn binçavkirin 12 kes hatin berdan, Nesîbe Akan û Mahmût Yildirim jî hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat destpêkirin de duh 14 kes hatin binçavkirin. Dozgeriyê 14 kes bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê kirin. Piştî îfadeya dadgeriyê Muhammet Çelîk, Elanûr Tekîn, Mehmet Emir, Sabîha Toktaş, Salîha Toktaş, Yusuf Yagiz, Sadiye Çelîk, Nûrcan Apakan, Elîf Karatekîn, Mazlûm Aymaz, Emine Borne û Yusuf Vural bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Nesîbe Akan û Mahmût Yildirim hatin girtin û şandin girtîgehê.