Runiştina gumanbarê ku Fatma qetil kir hat taloqkirin

  • 17:57 3 Gulan 2024
  • Rojane
WAN - Runiştina gumanbar Şukru Kaçak k Fatma Ugur bi îşkenceya sîstematîk qetil kir, taloqî 27’ê hezîranê hat kirin.
 
Li navçeya Artemêt a Wanê li taxa Şabaniyeyê di 27’ê Gulan a2023’an de  gumanbar Şukru Kaçak jina bi navê Fatma Ugur ya pê re bi mehra olî zewicandibû qetil kir. Duyemîn runiştina doza gumanbar li 6’emîn dadgeha ceza giran a Wanê hat dîtin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, aktîvîstên TJA’yê  û gelek parêzer tevli runiştinê bûn. 
 
Gumanbar bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû û  îşkenceya sîstematîk bi gotin ‘ez poşmanim’ rewa kir û hewl da xwe biparêze.
 
Piştî gumanbar parêzerên ji Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê gotin bi îşkenceya sîstematîk ji qestî qetiklirin pêk hatiye û gotin divê gumanbar cezayê herî giran bigire. Piştî parastinan  ji bo kêmasiyên di dosyayê de temam bibin runiştin taloqî 27’ê hezîranê hat kirin.