Li taxa Koperatîfê rêveberiya jinê

  • 09:03 2 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Keyaya taxa Koperatîfan ya girêdayê navçeya Yenîşehîrê, Fatima Kantar, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxê û bi taybet jî pirsgirêkên jinan bûye keya.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de di mijara nûneriya jinê de gelek partî şûnde ketin û di ketiyê de jî hejmara jinan zêde bû. Sala borî hejmara keyayên jin hezar û 134 bû û îsal jî derket 2 hezar û 150 yî. Di nav 50 hezarî zêdetir keyayan de dîsa hejmara jinan negihişt asta têr. Li navçeya Yenîşehîr a Amedê Fatima Kantar wek keyaya taxa Koperatîfan hat hilbijartin. 
 
25 sal bû 5 deman li ser hev kesekî keyatiya taxê dikir. Fatma vê hilbijartinê li hember 4 namzetên mêr bû namzet û 8 azadiyên jin ket hilbijartinê. Fatimayê ji 8 hezar û 601 dengî 3 hezar û 861 deng girt û hat hilbijartin.
 
‘Min bi 8 azadiyên jin biryar da’
 
Fatima li Mîdyad a Mêrdînê tê dinê. 20 sal berê dizewice û bar dikin Amedê. Du zaorkên wê hene. Wergervaniyê dike. Fatma diyar dike ku çavdêrek başe û kêmasiyên taxê dîtiye, li ser vê biryar daye, bi 8 azadiyên jin ketiye hilbijartinê. Fatimayê wiha domand: “Min xwest pirsgirêkên jinan re eleqeder bibim û dema xwe bi wan re derbas bikim. Jin bi rehetî nikarin derdê xwe bêjin. Lê dikarin ji jinekê re bi rehetî bêjin. Ez di vê mijarê de bi şansim. Dem tê dibim helva dem tê dibêm xwişk, dem tê dibim dayika zarokên keç.”
 
‘Min yek bi yek li deriyê jinan xist’
 
Fatimayê ev nrixandin kir: “Dema bûm namzet hemû kesî jin mêr ferq nake her kesî piştgirîda min. Min got ez ji bo çareseriya pirsgirêkên taxê û jinan li vir im. Ez ji bo jinên piştgirî da min li vir im. Piştî bûm namzet min yek bi yek li deriyê wan xist. Bertekên wan pir xweş bûn. Têkiliya min bi jinan re gelek xurte. Ji bo ev têkilî hîn bêtir xurt bibe dixwazim kiratxaneyek biçûk vebikim û ligel vê qadên sporê vebikim. Dixwazim ji bo zarokan parqan nû bikim û qadên lîstikê fireh bikim. Min sewalên kolanê jî jibîr nekiriye. Ji bo wan jî ez ê kulubeyan vebikim û piştgiriya mamayê berfireh bikim.”
 
‘Baweriya jinan  hêz da min’
 
Fatimayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek jin her tim xwe bidin xuyakirin. Li malê runiştin, li zaorkan mêzekirin, paqijî kirin ne tenê karê jinane. Divê em li derve li ser piyên xwe bisekinin. Ez piştgiriyê didim jinan. Ez dixwazim hemû jin li cihên xweş cih bigirin. Min jî ji jinên xebatkar hêz girt. Gotin tu jinek xurtî, dikarî biki. Baweriya jinan hêz da min.”