Li Çukurovayê bi dehezaran kes ji bo daxwazên xwe daketin qadan

  • 21:58 1 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çukurovayê kedkarên daketin kolanan daxwazên xwe anîn ziman. Girseya ku got ‘tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.
 
Wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê Komîteya Tertîk a 1’ê Gulanê ya Edenê  ji Pira Kasim Gulek heta Qada Îstasyonê meşek pêk anîn û mîtîng lidarxistin.  Konfederaysona Sendîkayên Kedkaran a Cemawerî (KESK) a Edenê, Platforma Şaxa Edenê, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Yekitiya Endezyar û Mîmaran (TMMOB), Lijneya Kordînasyona Edeneyê, Odeya Tabîban a Edeneyê û Baroya Edenê û gelek kes hatin gel hev.
 
Girse ji çar nokteyan ketin qadê.Polîsan astengî derxist lê bi berxwedana girseyê polîs vekişiyan. Yên di korteja DEM Partiyê de cih girtin daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Piştre girse bi dirûşmeyan ketin qada Ugur Mumcu. Girseyê sirûda 1’ê Gulanê bi yek dengî gotin. Endamê KESK MYK’ê Erdal Karakuş axivî û da zanîn ku fatureya krîzê li kedkaran tê birîn û got ew ji bo jiyaneke mirovane îro li qadan hatine gel hev.
 
Serokê şaxa Hejmar Yek yê Genel Îşê Ersoy Kalîk jî bertek nîşanê barîkata poLîsan da û got wê dema nû ji qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin.
 
Parlamenterê CHP’ê Burhanettîn Bulut jî bertek nîşanê helwesta polîsan da. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û daxuyakirin ku divê demildest tecrîd bê şikandin û aştî bê welat. 
 
Mîtîng bi konsera Kardeş Turkuler bidawî bû.
 
Mersîn 
 
Li Mersînê jî bi pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê bi dehezaran kes ji bo pîrozvahiya 1’3e Gulanê li ber Stadyuma Tevfîk Sirri Gur hatin gel hev. Girse bi dirûşmeyan bi bi kortekê berbi Qada Cumhuriyetê derbasî meşê  bûn. Parlamenterê  Dem partiyê ya Mersînê Perîhan Koca û Alî Bozan, hevşaredarên DEM Partiyê û CHP tevli meşê bûn.
 
Berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demorkasiyê Îrfan Gultekîn axivî û da zanîn ku divê dengê li qadan baş bê fêmkirin.
 
Piştre ser navê Platforma Jinan a Mersînê Ceren Înan axivî û daxuyakirin ku bi xizanî û qetilkirinan  jiyana jinan ji dest  tê girtin û got wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Mîtîng bi stranên Îlkay Akkaya bidawî bû.
 
Osmaniye
 
Li Osmaniyeyê îsal yekem car mîtînga 1’ê Gulanê pêk hat. Bi banga komîteya tertîp li Bazara Taxa Rahîme Hatun mîtîng pêk hat.
 
Hatay  
 
Li îskenderun û Antakya ya Hatayê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Li Îskenderunê girse ji bulvara Tayfur Sokemen heta gara trenê meşiyan. Gireyê di mîtîngê de daxwazên xweanîn ziman. 
 
Antalya
 
Li Antalyayê jî girse li ber Parka Aydin Kanza hat gel hev û heta Qada Cumhuriyetê bi pankart û dirûşmeyan meşiyan.