Emîne Şenyaşar: Yekane daxwaza me edelete

  • 18:47 1 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar çalakiya xwe ya li Wezareta Dadê di roja 90’î de berdeawm kir û daxwaza xwe ya edeletê careke din dubare kir.
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 90'î de dewam kir.
 
Emîneyê li ber Wezaretê axivî û da zanîn ku divê qeydên kamerayê yên der barê dema bûyerê de bên derxistin û got divê kurê wê demildest bê berdan.
 
Malbat piştre derbasî meclîsê bû.