Tulay Hatîmogullari: Em ê ji bo bajarên xwe seferber bin

  • 18:21 1 Gulan 2024
  • Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya serdana wê kir, wiha got: “Em bi xebatên xizmetguzariyê ji bo bajarê xwe seferber bibin.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê hate Wanê serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir. Hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan, Tulay Hatîmogullari di derî de Hatîmogûllari pêşwazî kirin. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajêr jî bi Hatîmogûllari re bûn. 
 
Deynên qeyûm
 
Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal anî ziman ku ji ber serdanê gelek keyfxweş in û wiha got: “Di şaredariya bajarê mezin de texrîbatên gelek cidî hene. Em ê van di demekî gelek kurt de komî serhev bikin. Em ê van çareser bikin. Piştî 8 salan gel xwedî li şaredariyeke ji gel qût bûyî derket. Em jî ji bo layiqî wan bin em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
Abdullah Zeyran ê pişt re axivî jî wiha got: “Li Şaredariya Bajarê Mezin deynekî zêde heye û zêdetirî vî deynî jî ne ji bo xizmetên şaredariyê ne. Li navçeyên me, tax û gundên me xebatên binesazî û avahîsaziyê nehatine kirin. Dibistanên ku diviya bû Wezareta Perwerdehiyê çêbike an jî eywanên werzîşê yên diviyabû Wezareta Sporê çêbike li ser budçeya şaredariyê çêkirine. Dema çêkirine jî ji bankayan krediyên bi faîzên bilind kişandine. Esas dema ev xebat kirine jî li gorî qanûnan sûc kirine. Em ê ji bo van karên ji derveyî xizmetên esasî yên şaredariyê hatine kirin bi wezaretan re hevdîtin bikin û ji bo dewra deynan serlêdanê bikin.”
 
 ‘Em wek DEM Partî li pişt we ne’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku gelek şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirine pirsgirêkên mezin hatine jiyîn. Tulayê, bi lêv kir ku li şaredariyên ku bi qeyûm re tên birêvebirin gel hatiye cezakirin û wiha axivî: “Em di pêvajoya hilbijartinê de hemû herêmê geriyan. Her der di nava herî, toz û axê de ye. Weke xizmet tiştek nîne. Ev jî teşeyeke cezakirinê ye. Helbet peywîreke mezin û berpirsyariyeke zêde dikeve ser milê me. Me ev tişt di civîna hevşaredaran a li Enqereyê de bi awayekî berfireh axivîn. Em ê bi xebatên xizmeguzariyê ji bo bajarê xwe bibin seferber. Ji bo vê yekê jî pêdiviya me bi proje û fikrên gelek afirîner hene. Em ê ji bo pêşvebirina bajarên xwe têbikoşin. Em weke partî bi biryar in û yên ku vê pêk bînin jî hûn in. Em ê bi hev re ji biniya vî barî derkevin. Em weke DEM Partiyê jî li pişt we ne.”