Êrîşên li ser Makbule Ozer û Çapemeniya Azad hat şermezarkirin

  • 17:43 1 Gulan 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê, têkildarî girtina Makbule Ozer û êrîşên li ser Çapemeniya Azad daxuyanî da û got: “Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin.”
 
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê li Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê hatin cem hev û têkildarî girtina Makbule Ozer û êrîşên li ser Çapemeniya Azad daxuyanî dan çapemeniyê.  Li ser navê dayîkan Dayîka Aştiyê Meryem Korkmaz axivî. 
 
Meryemê bertek nîşanî girtina Makbule Ozer da û diyar kir ku ew li gel Makbule ne. Meryem, bi lêv kir ku girtina Makbule ya 82 salî bê hiqûqî ye û wiha pê de çû: “Em ji vir bang li Wezareta Dadê dikin; Ma gunehê dayika Makbule çi ye?  Dayîka Makbule ku 82 salî ye tiştek nekiriye. Em hemû bi dayika Makbule re ne. Em vê zext, neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em careke din girtina dayîka Makbule şermezar dikin. Em dixwazin di zûtirîn dem de dayika Makbule bê berdan.”
 
Êrîşên li ser çapemeniyê hat şermezarkirin
 
Meryemê bal kişand ser êrîşên li dijî çapemeniya azad û bertek nîşanî êrîşê da. Meryemê, ev tiştan anî ziman: “Em van êrîşan tu carî qebûl nakin. Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.