Li çar navedan pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

  • 16:34 1 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê hat pîrozkirin.
 
Şêniyên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê bi dirûşma "Em ê bi hêza karkeran netewa demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî” " pîroz kir.
 
Reqa
 
Konfederaliya Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê û Yekitiya Kedaran a Reqayê pîrozahî li hola Tac a bajarê Reqayê li dar xist. Bi sedan karker, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêniyên bajar beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Hevserokê Yekitiya Karkeran a Reqayê Zahir El Ebdullah axivî û got: "1’ê Gulanê li we pîroz be. Bi hêza we em neteweya demokratîk ava dikin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."
 
Hevseroka Konfederaliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn El Hesen jî 1’ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û  tevahî kedaran pîroz kir û got, ev roja qêrîna azadxwazan e, roja têkbirina kedxwariyê ye.
 
Piştî axaftinan komên hunerî yên ji Reqayê hunerên xwe pêşkêş kir. Pişte hunermend Ehmed El Omer û Nesrîn Botan jî stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govendê gerandin.
 
Minbic
 
Li bajarê Minbicê jî bi beşdariya bi sedan karkeran, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriyeya Pêşerojê  şahiyek hat lidarxistin.
 
Şahî bi dirûşma "Bi hêza karkeran em neteweya demokratîk ava dikin" ji aliyê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ve li Stadyuma Hesûn a li ser rêya Helebê hat lidarxistin.
 
Hevseroka Yekitiya Kedkaran a Kantona Minbicê Asya Ilêwî 1’ê Gulanê li tevahî karker û kedkaran pîroz kir û got: "Bi hêza karkeran em ê neteweya demokratîk ava bikin. Em ê soz didin em ê li hemberî tevahî xeterî û astengiyan bisekinin."
 
Cîgira hevserokatiya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Muna Zekeriya 1’ê Gulanê li tevahî karkran pîroz kir û  got: "Ev roj ji bo tevahî civakan û tevahî karkeran roja serketin û azadiyê ye."
 
Piştre cîgira hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakê û Xebatê ya Kantona Minbicê Munteha Beşmaf anî ziman ku ew bi hêza karkerên Minbicê serbilind in û got: "Em bi ked û hişmendiya karkerên xwe serbilind in. Dema ku dest û hişmendî bi hev re kar dikin nirxê kar pêş de diçe. Bajarê me wê dest ji zedên zarokên xwe yên kedkarên xwe bernede."
 
Piştre komên stran û muzîkî yên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Minbicê hunerên xwe pêşkêş kir. Di dawiyê de Konfederaliya Civaka Demokratîk karker xelat kirin.
 
Tebqa
 
Li Keleha Caber a li Tebqayê jî bi sedan kesî 1’ê Gulanê bi şahiekê pîroz kir.
 
Bi navê Yekitiya Kedkaran a Kantona Tebqayê hevseroka yekitiyê Zeyneb Omer got: "Em têkoşîna 1889’an a karkerên Şîkagoyê ku rê li ber têkoşînê vekir û rêyeke nû ji tevgera kedê re danî, silav dikin.”
 
Zeyneb Omer anî ziman Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye rola karkeran di navakirin û pêşxistina wan de.
 
Hevserokê Konfederaliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen axivî û got: "Divê em 1’ê Gulanê bikin roja serhildan, şoreş û serketinê. Bi keda karkerên xwe em pêş de diçin."
 
Piştre hunermend Yasmîn Esker, Hisên Emorî, Memduh Şitêwî û Sedam Zêdan stran gotin. Li ber stranan govend hatin gerandin.
 
Dêrazor 
 
Li devera Meamîl a Dêrazorê jî şahiyek ji aliyê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin. Di nav de nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, saziyên civaka sivîl, meclisên leşkerî, bi dehan şênî beşdarî şahiyê bûn.
 
Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Kantona Dêrazorê Hemûd Ek Akul 1’ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kir û got: "Em çi ferdên ku ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û debarê ya civaka xwe de kar dikin, silav dikin."
 
Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Dêrazorê Îbrahîm El Sulan bal kişand ser ku karker bingehên avakirin û pêşxistina civakan e û got: "Em timî aştiyê ji bo tevahî gelên cîhanê  û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin."
 
Di dawiyê de diyarî pêşkêşî karkeran hatin kirin.