1'ê Gulanê li Tirbespiyê hat pîrozkirin

  • 15:55 1 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bi boneya 1'ê Gulanê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de teqezî bi girîngiya karkeran ji bo avakirina civakan hate kirin.
 
Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê şahiyek li parêzgeha Bendava Mizgeft a Tirbespiyê li dar xist. Endamên partiyê û pêkhateyên bajêr tev li şahiyê bûn.
 
Di şahiyê de endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Salih Ebdo axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Mihemed got rola karkeran di avakirina civakan û pêşxistina wan de gelekî girîng e.
 
Her wiha Mihemed diyar kir ku li herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, demokrasî û wekhevî belav e.
 
Seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya Çapgir a Kurd li Sûriyeyê Rûcîn Mihemed axivî û ev roj li karkeran û jinan pîroz kir.
 
Di şahiyê de koma Saykova a Ermenî berhemên xwe pêşandan. Di dawiya şahiyê de hunermend Lawîn Seîd stran gotin û beşdaran govend gerand.