Tehliyeya Veysî Aktaş ê li Îmraliyê salekê hat taloqkirin

  • 12:37 30 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku tehliyeya Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê ragirtin ji bo salekê hatiye taloqkirin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em li bendê ne ku rayedar tavilê vê rewşa îşkenceyê bi dawî bikin. Divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bên vekirin.” 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 38 meh in agahî jê nayên girtin û Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin û nayê tehliyekirin, li buroya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. 
 
Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku rewşa “dîlgirtinê” ya li Îmraliyê bi qedexe û cezayên disiplînê bisînor nîne û wiha domand: “Nikarin bi parêzer û malbatên xwe re peywendiyeke fîzîkî pêk bînin. Her wiha telefon û name jî tên astengkirin û tecrîdeke agahînegirtina mutleq heye. Ev rewşa astengkirinê dema endamên malbata wan wefat dikin, di dema şewban û di erdhejan de jî berdewam kirin. Di 25’ê Adara 2021’ê de axaftina li ser telefonê hate qutkirin û ji wê rojê ve em tu agahiyan ji miwekîlên xwe nagirin. Di vê rewşê de em bi tu awayî derheqê rewşa tenduristî û şertên miwekîlên me tê de tên ragirtin de xwedî agahî nînin.” 
 
Tehliyeya Veysî  Aktaş salekê hat taloqkirin
 
Bi domdarî Rezan da zanîn ku Veysî Aktaş ku 30 sal in girtî ye û niha li Îmraliyê tê ragirtin, înfaza xwe di 28’ê Nîsanê de temam kiriye lê nayê berdan. Rezan, wiha domand: “Li gorî muddetnameya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ku beriya niha amade kiriye, diviyabû Aktaş di 28’ê nîsanê de bihata tehliyekirin. Di nava vê pêvajoyê de ji ber şert û mercên tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, me xwest bi rêya nameyê alîkariya hiqûqî bidin û nêrînên wî yên têkildarî karûbarên tehliyekirinê de bigirin. Bi vê boneyê jî me di dîrokên cuda de jê re nameyên bitaahhûd şandin. Lê belê tu bersiv ji nameyên me re nehatin dayîn. Ji ber şert û mercên tecrîdê, em nizanin piştrast bikin bê ka name gihiştine ber destê wî yan na. Lê demek nêz berê me ji bo tevdîrê serî li Dadgeriya Înfazê û dozgeriyê da. Ji bo alîkariya hiqûqî bidin miwekîlê xwe, me xwest mînaka ewraqa înfazê ji me re were şandin. Lê ev daxwaza me nehate bersivandin.” 
 
'Ev biryar bi awayekî eşkere derqanûnî û derhiqûqî ye’
 
Di berdewama axaftina xwe de Rezan wiha got: “Ji ber ku mecbûr in miwekîlê me Aktaş were berdan, weke parêzerên wî me di 28 û 29’ê de ji bo pêşwazîkirina birêz Aktaş an jî ji bo hîn bibin bê ka li pêşiya tehliyeya wî astengiyek heye yan na, em ketin nava hewldanan. Mixabin îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi devkî ji me re got ku li ser biryara lijneya çavdêriyê tehliyeya Aktaş salekê hatiye taloqkirin. Ev biryar bi awayekî eşkere derqanûnî û derhiqûqî ye. Tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş. Bi sererastkirinên piştre li ser qanûnan hatine kirin re ev biryarên nerewa tên dayîn. Li hêla din, tevî daxwaza me jî biryara taloqkirina tehliyeya Aktaş a salekê nedan me. Hem daxwaznameyên me daxwazê hem jî weke parêzerên wî daxwaznameyên me yên îtîrazê ji hêla meqamên peywirdar ve nehatine esasgirtin û bi vê yekê re sûcê peywirê hatiye kirin. 
 
Astengkirina tehliyeya birêz Veysî Aktaş, qebûlnekirina serlêdanên di vê mijarê de û nedayîna agahiyan, rewşa miwekîlên me yên ku ev 38 meh in tu agahî jê nayên girtin hêj bêhtir hesas kiriye. Ji astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan wêdetir, serdanên şexsiyet û saziyên cuda jî di nav de, ji serdanên mekanîzmaya venêrînê re hatiye girtin, di dema wefata xizmên xwe de, di rewşên nexweşiyên giran û karesatên xwezayî de jî destûr nehate dayîn û daxwazên me yên ji bo agahîgirtinê bêbersiv hatine hiştin, destûr nedan rapora CPT’yê were eşkerekirin û tevî ku bi ser biryara tevdîrgirtinê ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê re demek dirêj derbas bû jî bi wê biryarê nayê kirin, li gel ku dema tehliyeya bişert a birêz Aktaş tije bûye jî nayê berdan, ev pêvajo tevek bêyî parêzeran tê meşandin û ev sedem jî gumanên heyî mafdar derdixîne. 
 
'Tu lêpirsîn nayên destpêkirin'
 
Miwekîlên me temenmezin in û di nava şert û mercên giran ên bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan dikin de tên ragirtin. Li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên kronîk, her wiha girêdayî temenê mezin dema demekî dirêj di girtîgehê de hatin girtin, ev yek rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike. Tevî îdiaya ku miameleya li miwekîlên me tê kirin îşkence ye û dermirovî ye jî, Dadgeriya Înfazê ku çavdêriya li girtîgehê û danîna peywendiyên bi derve re erka wê ye, bûye meqama ku yekser biryarên rê li ber rewşa incommunicadoyê vedike. Lê belê gilî û serlêdanên sûc ên derheqê berpirsyaran de bêbesiv tên hiştin û tu lêpirsîn nayên destpêkirin. 
 
Divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bên vekirin
 
Di çarçoveya normên hiqûqa gerdûnî û nirxên mirovatiyê de her hewldana li dijî îşkenceyê di heman demê de ji bo avakirina hestiyariya demokratîk û mafên mirovan ên welêt jî girîng e. Lewma mîna bendewariya me ya ji kesên xwe berpirsiyar dibînin, em li bendê ne ku rayedar tavilê berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk bînin û dawî li vê rewşa îşkenceyê bînin. Divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bên vekirin;
 
* Divê birêz Aktaş ê cezayê wî yê 30 salan qediyaye û ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin tavilê were berdan, 
 
* Divê rewşa dîlgirtinê ya miwekîlên me yên li Îmraliyê ku ev 38 meh in tu agahî jê nayên girtin bi dawî bibe û miwekîlên me bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.”