Di riya girtîgehan de çîrokek berxwedanê: Garîbe Aslan

  • 09:06 10 Îlon 2023
  • Portre
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Garîbe Aslan ku ji bo hevdîtina kurê xwe Seyîthan Yaman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yem a Xarpêtê dima, çû, di vegerê de qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bi vê re polîtîkayên şerê taybet ê li ser girtî û malbatan tê meşandin carek din xwe da der.
 
Polîtîkayên şerê taybet ê ku AKP-MHP li ser Kurdan pêk tîne, dibe sedema canê mirovan. Yek ji lingê girîng ê vê polîtîkaya taybet girtîgeh in. Desthilatdariya hewl dide hişê civakê paqij bike û girtîgehan bike navenda îzolasyonê,  hewl didin girtiyan cuda û malbatan jî cuda biçewisînin. Desthilatdariya li hundir girtiyan terkî mirinê dike, li derve jî dibe sedema mirina malbatên girtiyan.
 
Garîbe Aslan ku çû hevdîtina kurê xwe Seyîthan Yaman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yem a Xarpêtê dima, di vegerê de 17’ê Tebaxê de qezaya trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Çîroka Garîbeyê çîroka hevpar a jinên Kurd û dayikan e.
 
Nasnameya xwişka xwe bi navê xwe girt
 
Garîbe Gokçen di 1946’an de li Xursa Navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat dinê. Di nasnameyê de navê wê Gazalî bû. Dema Garîbe tê dinê xwişka wê dimre û keyayê ku birayê wê bû, li şûna ji Garîbeyê re nasnameyê derbixe, nasnameya xwişka wê Gazalî Gokçen dide wê. Garîbe di temenê biçûk de bavê xwe jî winda dike. Garîbe her çiqas nasnameya Gazalî bigire jî her wê wek Garîbe dizane.
 
Di temenê biçûk de tê zewicandin
 
Garîbe di 14 salî de ji aliyê birayê wê ve bi zorê tê zewicandin. Garîbe tê zewicandin û paşnavê hevjîn digire û dibe Garîbe Aslan. Sê zarokên wê çêdibin. Hevjînê wê 7 sal şûnde jiyana xwe ji dest dide û birayên wî zext û zorê lê dikin. Lê Garîbe zarokên xwe digire û vedigere mala xwe. Lê malbata hevjînê wê zarokan bi zor jê digire. 
 
Bi zorê zarokan jê digirin
 
Zarokan bi zorê jê digirin û Garîbe di 24 salî de neçar dimîne dîsa bizewice. Bi Kemal Yaman re bi mehra olî dizewice. Li gundê Tumikê bi cih dibe. Piştre bar dikin gundê Yeşîlova. Ji Kemal Yaman 5 zarokên wê çêdibin. Garibe seranserê jiyana de bi başiya xwe tê zanîn. Zirar nedida tu kesî û ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin. Bi zarokên xwe re wek heval bû. 
 
Bi hesreta kurê xwe bû
 
Kurê wê Seyîthan Yaman tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Êşa wê ya herî mezin kurê wê Seyîthan bû. Dixwest her tim bibîne. Seyîthan di 2016’an de li Mêrdînê hat girtin. Cezayê muebetê lê hat birîn. Demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne û piştre surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yem a Xarpêtê tê kirin. Garîbe ji ber nexweşiyan û riya dirêj nikaribû her tim biçe hevdîtinê. Ji bre vê di 17’ê Tebaxê de çû hevdîtinê û piştî hevdîtinê dema vedigeriya Qoserê bi kurê xwe Metîn Yaman û hevjînê xwe Kemal Yaman re qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
 
Nehiştin kurê wê tevli cenazeyê bibe
 
Seyîthan ku bi salan bi awayekî kêfî tenê di hucreyê de hat girtin, nehiştin tevli cenazeyê dayika xwe Garîbe Aslan bibe. Bi hincetên ewlehiyê destûr nedan. Malbat jî diyar dike ku Garîbe ne di encama qezayê de di encama polîtîkayên dewletê de jiyana xwe ji dest daye.