Jin xwedî li Ekîn Wan derketin: Hûn nikarin me tune bikin

  • 09:11 9 Tebax 2023
  • Portre
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ekîn Wan, xewn û xeyalên xwe di sala 2008'an de pêk anî û tevlî têkoşîna azadiyê bû, Ekînê li çiyayê welatê xwe li dijî hemû rolên li jinan tê ferzkirin red kir û li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîneke bêhempa da meşandin. 
 
Kevser Elturk a bi nasnava Ekîn Wan, li Gimgima Muşê di 10’ê tebaxa 2015’an de di şerdê jiyana xwe ji dest da û bedena wê ji aliyê leşkeran ve hat teşhîrkirin. Bi taybetî li herêmê û li gelek bajarên Tirkiyeyê jin daketin kolanan û gotin "Ekîn Wan ji bo me rûmet e". Bedena tazî ya Ekînê bû sîmgeya têkoşîna jinan.
 
Ekînê, di 1986’an li gundê Navreyê yê navçeya Ebexa Wanê tê dinê. Ekînê zaroka malê ya herî biçûk bû. Malbata Ekînê ji ber pirsigrêkên aborîyê koçî Wanê bû. Zarokatiya wê li Wanê derbas bû. Hêj di biçûktiya xwe de zilma li hemberî Gelê Kurd dît û hertim di dilê wê de li dijî zilmê dayîna têkoşînê hebû. Her tim ji malbatê re behsa wê yekê dikir û hêviyek û xeyalek wê hebû ku tevlî têkoşîna azadiyê bibe. 
 
Ekînê xewn û xeyalên xwe di sala 2008'an de pêk anî û tevlî têkoşîna azadiyê bû, navê Ekîn Wan girt. Ekînê li çiyayê welatê xwe li dijî hemû rolên li jinan tê ferzkirin red kir û li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîneke bêhempa da meşandin. 
 
Kesayetiyeke mînak
 
Ekînê, di nav têkoşînê de kesayetiyeke mînak bû. Di demeke kurt de xwe bi pêş ve bir û têkoşîna xwe ya kesayetiya şoreşgerîyê bê navber da meşandin. Ekînê qalibên pergalê yên lê dihatin ferzkirin red kir û ji xwe re mîsyoneke nû destnîşan dikir. Hewl da jiyana xwe bi rengekî cuda watedar bike. Di çar û pênc salên zehmet ên li Zagrosê de, Ekîn Wan ji aliyê têkoşeriyê de gelekî pêşve çû. Ekînê bi tu awayî bi tehemûl nêzî zîhniyeta serdest a mêr nedibû û têkoşîna zayendî ji bo Ekînê tu carî nebû karekî duyemîn. Sekna wê ya li hemberî zîhniyeta serdest ku ked û aqlê jinê biçûk dibîne, zelal bû. Ekînê kedkara welat û gelê xwe bû. Jidilbûna wê, pakbûn û durustiya wê gelekî bala derdorê dikişand. Ekîn Wan evqas evîndarê têkoşînê bû ku di şer û jiyanê de tu astengî û zehmetî nas nedikir. 
 
Li dijî îşkenceyê daketin qadan
 
Di 10’ê tebaxa 2015’an de li Gimgima Muşê di şerekî de Ekînê jiyana xwe ji dest da. Piştî îşkence li cenazeyê wê hatibû kirin cilên li ser hatibûn derxistin, wêneyên wê kişandibûn û di çapemeniyê de hatibû weşandin. Li dijî vê yekê li Kurdistanê bi hezaran jin daketin kolanan û gotin "Ev ne li Ekînê li hemû jinan hatiye kirin". Hêrsa xwe li hemberî desthilatdariyê anîn ziman û xwedî li têkoşîna Ekînê derketin. Bedena tazî ya Ekînê bû sîmgeya têkoşînê. Ekîn Wan ji hêla bi hezaran jinan ve hat oxirkirin. 
 
Malbata hat cezakirin 
 
Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK’ê hat girtin derbarê îşkencekirin û teşîrkirina cenaz de serlêdana sûc kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de hat gotin ku nasnameya 24 kesên li ser cenazê poz dane hatiye tespîtkirin û telefonên wan hatine desteserkirin û di telefonên van kesan de wêneyên bi vî rengî hatine dîtin. Lê belê kesên ku sûcê îşkenceyê pêk anîn nehatin darizandin û ji peywirê nehatiye dûrxistin.
 
Wekî her carî ne sûcdar malbat hat cezakirin. Di 20'ê hezîrana 2019'an de derbarê dayika Ekînê Delal Erturk a 70 salî de bi hinceta ku wêne bi Ekîn Wan re kişandibû hatibû binçavkirin. 
 
'Hûn nikarin me tune bikin'
 
Li hemberî desthilatdariyê ya ku jin û kurdan tune dihesîbine û bi hovane êriş dike, jinên kurd têkoşîneke dîrokî didin meşandin. Yek ji van jî Kevser Elturk (Ekîn Wan) bû. Li hemberî desthilatdariya mêr Ekînê digot "Hûn nikarin me tune bikin". Di roja me ya îro de jî bi hezaran jinan ev gotina Ekîn Wan tê dubarekirin.  
 
Xwedîderketina bi hezaran jinan a li Ekîn Wan jî ji êrişkar, tecawizkar û desthilatdariyê re bû bersiveke xurt. Ekîn Wan bû rûmeta hemû jinan.