Xewlet Oncu: Li dijî zilmê bûm dayika aştiyê

  • 09:03 30 Tîrmeh 2023
  • Portre
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Xewlet Oncu ku jiyana xwe da ser aştiyê, diyar dike ku li dijî zextan bûye dayika aştiyê û wiha got: “Bila her kes ji bo aştiyê peywira xwe bîne cih. Divê li dijî girtîgehan bi hestiyarî tevbigerin û yekitiya neteweyî pêk bê.”
 
Dayikên Aştiyê ku li dijî zilma li ser Gelê Kurd rawestiyan bi dirûşma "Li dijî şer aştî" têkoşîna xwe bi salane didomînin. Yek ji van dayikan berdevka Dayikên Aştiyê ya Qoserê Xewlet Oncu ye. Xewlet diyar dike li dijî dijhiqûqî û êrişan bûye dayika aştiyê.
 
Zarokatiya wê di nav xwezayê de derbas bû
 
Xewlet di 1968’an de li gundê Bernişt a Mêrdînê hat dinê. Heta yek salî malbat li Bernişt bûye û piştre bavê wê ji ber melebû li gundê Beşpinar a Çinar a Amedê bicih dibin. Li gundê Bedîrlu zarokatiya wê derbas dibe. Xewlet bi kelecanek mezin behsa zarokatiya xwe dike û diyar dike ku zarokatiya wê nav xwezayê de derbas bûye.
 
Nehiştin bixwîne
 
Xewlet qet neçûye dibistanê. Bavê wê mele bû ji ber vê temenê biçûk de Kuranê dixwîne. Xewlet diyar dike ku gelek ji xwendinê hez dike û got piştî temenekî nahêlin ew biçe mizgeftê jî. Xewlet wiha dirêjî didê: “Gotin ku mezin bûye, êdî neyê mizgeftê. Gotin biyanî tên vir. Min pir dixwest biçim. Lê nehiştin. Min jî li malê xwendina Kuranê berdewam kir.”
 
Temenê biçûk de hat zewicandin
 
Xewlet di 16 salî de bi kurê apê wê re tê zewicandin û piştî vê li Çinarê bicih dibe. Xewletê wiha domand: “Min nizanibû zewac çiye. Ji ber vê min ne got erê ne got na. Malbatan navbera xwe de biryar dan. Min deng nekir. Em zewicîn li mala apê min em bicih bûn. Em 7 kes li malê bûn. Hemû kar min dikir. 4 salan zarokên min çênebûn.  Piştre 5 zarokên min çêbûn. Piştî demekê ji ber aboriyê me koçî gundê Miqiblê ya Mêrdînê kir. Piştî vê dîsa ji heman sedeman em çûn Qoserê. Hevjînê min dixebitî li me mêze dikir.”
 
‘Li dijî zilmê bûm dayika aştiyê’
 
Xewlet diyar dike di temenê biçûk de li dijî zilmê serî netewandiye û wiha got: “Min biçûkatiyê de li dijî zilma bav bira û mêr serî netewand. Niha li dijî zilma dewletê serî natewînim. Ez zilmê qebûl nakim. Çi dibe bila bibe ez zilmê qebûl nakim. Ji ber vê bûm dayika aştiyê. Di 1993’yan de bi ser mala bavê min de girtin. Li birayên min îşkence kiribûn. Çawa min agahî girt çûm mala wan. Cîranan gotin neçe wê te bikujin. Min got ma ji vê wêdetir mirin heye. Ez çû mala bavê xwe. Bavê min û sê birayê min bi îşkencê girtibûn.”
 
Apê wê hat qetilkirin, birayên wê tevli têkoşînê bûn
 
Salên 90’î de apê Xewletê bi îşkencê tê qetikirin û birayên Mehmet Şerîf Oncu û Bahattîn Oncu tevli PKK’ê dibin. Ji Mehmet Şerîf tu agahî nayê girtin û Bahattîn jî dîl tê girtin. Birayê wê Bahattîn 28 sal e girtiye.
 
Em ji bo aştiyê têdikoşin
 
Xewletê wiha dirêjî dayê: “15 sal berê tevli dayikên aştiyê bûm. Min gelek çîrok guhdar kirin. Dayik pir êşê dikşînin, zilmê dibînin. Me tenê zilm dîtiye. Tevî vê em dest ji daxwaza aştiyê bernadin. Ji bo aştiyê em têdikoşin. Pêvajoya ku li girtîgehan bi pêşengiya Leyla Guven li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin me gelek zehmetî kişandin. Zarokên me hemû di grevê de bûn. Me wê demê li ber avahiya HDP’a Qoserê daxuyanî da. Bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan li pêş me sekinin. Min jî got êdî bes e û bertek nîşan da. Ez hatim binçavkirin. 6 saet şûnde ez berdam. Du sal berê dîsa bi ser mala min de girtin û ez 6 rojan di binçavan de mam. Yekane daxwaza me eve ku êdî êş neyên kişandin, bi zarokên kesî nemirin. Bila mirin û şer tunebe. Aştî xweşikahiyan diafirîne.”
 
Her du xwişk aştiyê diqîrin
 
Ligel Xewletê, xwişka wê Firîet Dogan jî endama Înstiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê ye. Her du xwişk têkoşîna ji bo aştiyê bihev re dimeşînin û bi hev re aştiyê diqîrin.