Bi inyada koçeriyê di eniya pêş ya Nobeta Edeletê de ye

  • 09:03 9 Gulan 2022
  • Portre
 
Gulîstan Dursun
 
STENBOL - Cemîle Çîftçî ku di temenê biçûk de şîdeta mêr dît û piştre rastiya dewletê nas kir, jiyana xwe ya bi koçberiyê da destpêkirin niha ji bo binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan bidawî bin Nobeta Edeletê ya hatiye destpêkirin dimeşîne.Yekane daxwaza Cemîleyê ev e ku ji bo çalakiya wan piştgirî bê dayîn.
 
Malbatên girtiyan bi mehane ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin û bên tahliyekirin li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê di Nobeta Edeletê de ne. Tevî astengî û zextan nobeta bi pêşengiya dayikan hatiye destpêkirin bi israr didome. Her dayikeke ku tevli çalakiyê bûye jiyana wan bi berxwedan û têkoşînê hatiye hûnandin.Yek ji van dayikan jî Dayika Aştiyê Cemîle Çîftçî ye.
 
Têkoşîna kurê xwe dimeşîne
 
Cemîle ji Misirc a Sêrtê ye û beşeke mezin a jiyana xwe bi koçberiyê derbas dike. Kurê wê ku tevli têkoşîna azadiya kurd dibe di 1995’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Cemîle têkoşîna kurê xwe dewr digire û niha jî ji bo birayê xwe yê ku 26 sale girtî ye û nexweşê giran e Selîm Çîftçî di nobeta Edeletê de ye.
 
‘Ji ber zextên dewletê dest ji koçberiyê berda’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku kal û pîrên wan koçer bûne û li gorî nasnameya wê di 4’ê Sibata 1947’an de li Misirc a Sêrtê yek ji 11 zarokên malbatek koçber hatiye dinê. Cemîle ku zarokek şîr bû, her tim alîkarî daye bavê xwe li sewalan mêze kiriye û bêrîvanî kiriye. Havînan bi malbatê re diçûn zozanan û zivistanê dihatin navenda Misircê. Cemîle ku şahidiya zextên salên 80’ê dike diyar dike ku berket û xêra koçeriyê hebûye, dewletê astengî derxistiye, sewalên wan qetil kiriye û ji ber zextên dewletê neçar mane dest ji koçeriyê berdin.
 
Bi mêrekî ku qet nas nedikir re zewicandin, şîdet dît
 
Cemîle temenê xwe yê rast jî nizane. Wê demê li nasnameyê hema wisa dîrokek hatiye nivîsî û ji ber vê jî dibêje dema zewiciye temenê 15 derbas kiribû û nêzî 20’an bûye. Cemîle wiha dibêje: “Di temenê biçûk de ez bi mêrekî ku qet min nas nedikir re zewicandim. Roja duyem şîdet li min kir. Li pey hev  5 zarokên min çêbûn. Yek min li pişta xwe dikir û yek jî min dikir hembêza xwe. Nizanim 20 sal tije bûn an na hevjîn hêwî anî ser min.”
 
Ji ber zext û şîdetê berê xwe da çiyan
 
Cemîle diyar dike ku kurê wê Zeynel (Koçber) di 1992’an de tevli PKK’ê dibe û sê sal şûnde jiyana xwe ji dest dide û wiha vegot: “Kurê min ji ber îşkenca ku bavê wî li min dikir û ji ber zextên dewletê berê xwe da çiyan. Kurê min Koçber di pevçûneke li Misircê de jiyana xwe ji dest da. Dengê pevçûnê dihat me. Min hîs kiribû ku Koçer jî nav wan de ye. Wê şevê bi hevalê xwe Kawa re şehîd ket. Ji wir jî radikin morga Sêrtê. Meleyê gund jî gotiye ‘Du şehîd hene.  gotin werin em biçin bişon û defin bikin’. Agahiya me jî ji tiştekî tunebû. Hefteyek şûnde telefon hat û  gotin Koçer şehîd ketiye.”
 
Polîsan bi ser malê de girt û tehdîd kir
 
Cemîle ji ber şîdeta mêr û êşa kurê xwe zarokên xwe jî digire cem xwe û mala mêrê pê re zewicandî terk dike. Cemîle diyar dike ku ji ber derfetên kar zarokên wê li Stenbolê bicih bûne û der barê wê pêvajoyê de axivî: “Zextên dewletê berdewam kirin. Rojekê polîs û leşkeran bi ser mala me de girt. Gotin ‘Zeynel kurê te ye?’. Min jî got ‘Belê kurê min e’. Gotin ‘me ew kuştiye’. Min got ‘mêrantî kuştine gelo?’ Yekî li ser vê bi stûyê min girt û gotin em ê te ji şaneşînê de bavêjin. Gotin wêneyê Zeynel heye an na. Min got tune. Hemû mala me serobino kirin, wêne dîtin û parçe kirin. Piştre gotin biçe cem zarokên xwe yên Stenbolê an jî wê her roj bên wisa bikin. Ji ber zextan ez jî neçar mam biçim Stenbolê.”
 
‘Cîhan çavê xwe digire’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku li Stenbolê jî têkoşîna xwe berdewam kiriye û li wir Însiyatîfa Dayikên Aştiyê nas kiriye, bi dayikan re pêşengiya têkoşînê kiriye. Cemîleyê der barê Nobetên Edeletê de axivî û wiha domand: “Birayê min nexweşê girane. Ji bo wî ez tevli Nobeta Edeletê bûm. Lê her tim astengiyan derdixin. Li vî welatî mafê mirovan û hiqûq tune. Gelo cîhan dengê me nabihîze? Lê gûhên xwe çavên xwe digirin.”
 
‘Heta hêza min hebe ez ê têbikoşim’
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dewlet dijminê kurdan e û wiha dawî lê anî: “Li dijî vê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wisa bersiva wan bidin. Heta hêza min hebe ez ê li her qadê têbikoşim. Ez ê heta dawiya jiyana xwe  xwedî li girtiyan derkevim. Ez ji bo hemû kesên malbata xwe dikim, wesiyeta min ji bo wan ev e; bila tu car serî netewînin û xwedî li vê dozê derkevin.”