Navê şer û berxwedanê: Uveyş Ocalan

  • 09:03 11 Nîsan 2022
  • Portre
 
AMED - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotina ‘Jiyan bi rastiya dayiktiyê girêdayê ye’ dayika xwe Uveyş Ocalan û bandora wê ya li ser jiyana wî di pirtûk û axaftinên xwe de tîne ziman.
 
Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di 11'ê Nîsana 1993'an de jiyana xwe ji dest da. Uveyş a ku di 26'ê Mijdara 1918'an de li gundê Amara (Omerli) yê navçeya Halfetî ya Rihayê ji bavekî kurd û ji dayikeke Tirkmen bû, di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbarê dayika xwe dibêje: "Jiyan bi rastiya dayikê ve girêdayî ye. Beriya her tiştî di warê fizîkî de bûyîn rastiya dayikê ye” û bandora ku dayika wî li ser hiştiye û çawa ji têkoşîna jinê îlham girtiye di gelek vegotinên xwe de tîne ziman
 
 Uveyş Ocalan kî ye?
 
 Uweyş Ocalan li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Kesê ku pê re hatiye zewicandin, hewl dide jineke din birevîne û ji ber ku jina dixwaze birevîne naxwaze pê re bireve wê dikuje. Dayê Uveyş ji vê bûyerê re li dadgehê şahidiyê dike û dibe sedema cezagirtina kesê jin kuştiye. Ew kesê ku li ser îfadeya Dayê Uveyş tê girtin li girtîgehê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. 
 
Uveyş piştî vê yekê vedigere cem malbata xwe û bi Omer Ocalan ku ji heman gundî bû, re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil wefat dike. Cenazeyê wê li gundê Amarayê yê gelek jê hez dikir tê definkirin.
 
Ji bo Kurdistanê şer
 
Uveyş bi kesayeta xwe ya xurt û bi berxwedana xwe tê nasîn û di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokek anî dinê nizanibû ku ew ê bibe rêberek û çarenûsa Gelê Kurd biguherîne. Uveyş gotinên wekê ‘Ji min re kumaşekî fistan bigire’ dibêje û li ser vê Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo hêjayî wê bim li gorî min divê ez ji bo Kurdistanê têbikoşiyam. Tevî hemû nakokî û pevçûnan dîsa jî ewladekî baş yê dayikê wisa pêkane.”
 
Uveyş hesreta ji bo Abdullah Ocalan dîsa bi nirxdayîna têkoşîna wî  tîne ziman. Nivîskarê Kurd û rojnameger Musa Anter di pirtûka xwe ya bi navê ‘Bîranînên min’ de  tevlibûna Uveyş Ocalana di 1991’ê de tevli kongreya Enqereyê ya HEP’ê bibû wiha vedigot: “Danasîna mêvanan dihat kirin. Ji bo min  gotin kalê me Musa Anter û ji bo Uveyş Ocalan jî gotin dayika me hemûyan ligel me ye. Qiyamet rabû. Bi hezaran kes ji bo destê me maçî bikin ketin rêzê. Bi rastî ev kongre geşedana herî rengîn a jiyana min bû.”
 
Li Amarayê hat definkirin
 
Uveyş bi nexweşiyeke giran a şekir dikeve û çimek wê tê jêkirin. Piştî demekê radikin nexweşxana Edenê û derman dibe. Lê Uveyş di 11’ê Nîsana 1993’an de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeya wê li Amarayê hat definkirin.