Desthilatdariya butçeyê ji şer re vediqetîne jinan nabîne

  • 09:02 29 Çile 2024
  • Ked/Aborî
Elfazî Toral
 
STENBOL - Butçeya 2024’an ya di meha kanûnê de hat qebûlkirin nîqaşên wê didomin. Jinan diyar kirin ku butçe û çavkanî ji şer û çekan re tê veqetandin.
 
Butçeya sala 2024’an bi îmzeya serokomar Tayyîp Erdogan di 17’ê cotmeha 2023’an de pêşkêşî serokatiya meclîsê hatibû kirin. Butçeya ku lêçûna wê 11 trîlyon û 89 mîlyar lîra bû, hatiniya wê jî 8 trîlyon û 437  mîlyar û 100 mîlyon hat ragîhandin. Valahiya butçeyê 2 trîyon û 6 mîlyar bû û rêje wek 6.4 hat ragîhandin. Hatiniya bacê trîyonek 188,9 mîlyar, baca saziyan trîyonek û 275,7 mîlyar, baca katma değer triyon û 497.7 mîlyar, baca bikarhêneriya taybet trîlyonek û 403,9 mîlyar lira, hatina din a ji bacan trîlyonek û 41,5 mîlyar lira û hatiniya dervyê bacê jî trîlyonek û 29.4 mîlyar hat dîtin.
 
Di butçeyê de jin tunebûn
 
Ji bo ‘paratin û ewlehiyê’ trîlyonek û 133 mîlyar û 500 mîlyon lêçûn hat veqetandin, ji bo perwerdê trîlyonek û 615 mîlyar, ji bo tenduristiyê trîlyonek û 650 mîlyon, ji bo alîkariyên civakî 497 mîlyar butçe hat veqetandin. Ji bo çandiniyê 384 mîlyar hat plankrin. Desthialtdariya ku butçe ji şer re veqetand dîsa jin nedît.
 
Jinan der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
Butçe diçe ku derê?
 
 Zeynep Engîntuç ya teqawît da zanîn ku hevdîtinên butçeyê wek her sal îsal jî desthilatdariyê li ser mijarên diyar kiriye ava kiriye û got: “Her kes baş dizane. Kes ji butçeyê fêdeyê nagire. Butçe îsal jî ji şer re hat veqetandin. Nîvê butçeyê zêdetir ji şer re hat veqetandin. Bi salane ev wisa ye. Butçe ne ji perwerde ne ji tenduristiyê re ji şer re tê veqetandin.”
 
‘Em ê têkoşînê bidomînin’
 
Zeynebê wiha daxuyand: “Jin bi tu awayî ji butçeyê fêdeyê nagirin. Di TBMM’ê de gelek kesên ji zîhniyeta mêr re xizmetê dikin hene. Hebûna jinan a li Tirkiyeyê tune dibe. Naxwazin jin siyasetê bikin hilberîne bikin. Dibêjin bila jin li malê bin li zarokan binêrin ji mêran re xizmetê bikin. Lê em ê li dijî vê têbikoşin.”
 
'Jin di butçeyê de nayên dîtin'
 
Xwendekara zanîngehê Rojîn Ozçelîk jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthiladariyê di 2024’an de jin li plana dawî hatine hiştin û wiha dirêjî daye: “Li şûna divê jin di plana pêş de bin şûnde tên xistin. Em li butçeyê dinêrin ji şer re tê veqetandin. Jin li ku derê butçeyê ne. Divê ev li ber çavan bên girtin.”
 
‘Em ê bi têkoşînê pirsgirêkan çareser bikin’
 
Seroka Komeleya Muhasebekarên Jinan Gulîzar Ozev jî daxuyakirin ku nîqaşên butçeyê hîna didomin û wiha dirêjî daye: “Nîvê butçeyê zêdetir ji çekan re tê veqetandin. Ne ji bo jinan ne ji bo tenduristî ne jî ji bo perwerdê ev çavkanî nayên veqetandin. Tişta razemeniya wê dikin şer û çek e. Em dixwazin kuştinên jinan bidawî bin. Bila stargehên jinan bên vekirin. Bila mîvanxane bên vekirin. Pêşîgirtina êrîşên li ser jinan pêkane. Lê mixabin rayedar ne hestiyarin. Divê em bi hev re têbikoşin û van pirsgirêkan çareser bikin.”