Nexşên Dêrsîmê li bêrîkan tên kirin

  • 09:02 15 Çile 2024
  • Ked/Aborî
Rozerîn Gultekîn
 
DÊRSÎM - Gulfîraz Al ya piştî salan şûnde vegeirya ser axa xwe bi jinan re di atolya hunera destan de hilberînê dike. Gulfîrazê got piştevaniya jinê mezin dikin û armanca wan avakirina koperatîfa jinê ye.
 
Bi pêşketina teknolojiye û bi zêdebûna bikarhêneriyê re, tunebûna çanda hilberînê jî mezin dibe. Yek ji van jî çêkirina berikan e. Çanda çêkirina berikan li Kurdistanê pir zêde hat jiyîn. Li gelek herêman ev gelek girînge û hîna jî tê meşandin.
 
Gulfîraz Al ya ku vegeriya ser axa xwe li Dêrsîmê bi jinan re dest bi hilberînê kir. Gulfîrazê bi piştgiriya Kooperatîfa Hilberînên Xwezayê ya Pulurê mamostetiyê dike.
 
Vegeriya axa xwe û bi jinan re dest bi hilberînê kir
 
Gulfîrazê li Dêrsîmê tê dinê lê pişre bar dikin Stenbolê û li Stenbolê ji çanda xwe dur naveke li Komeleya Piştevanî û Gundan a Derdorê ya Çemîşgezekê rêveberiyê dike. Piştî teqawît dibe bar dike Pulurê û di atolya hunera destan de mamostetiyê dike û li navçeyê ji jinan re qada kar vedike.Gulfîraz wiha dibêje: “Ez vegeriyam bajarê xwe. Sertîfîka min ya berikan hebû. Min di mijara 2022’an de proje amade kir, min tezgah û hirî peyda kir. Li Kooperatîfa Hilberînên Xwezayî ya Pulurê projeyek der barê îstîhdama jinan de hebû. Me wisa projeyek hevpar ava kir. Ev saleke em bi 4 hevalan re berikan çêdikin. Derfetên me kêmin ku em dest bidin gelek jinan. armanca me avakirin kooperatîfa jinan e.”
 
‘Piştevaniya jinan mezin dibe’
 
Gulfîrazê wiha bi lêv kir. “Jinan hepsê nav çar dîwaran dikin. Li dijî vê jin hewl didin xwe tevli jiyanê bikin. Me wek jinan ekîbek taybet ava kir. Me li vir dostanî ava kir. Em di gelek mijaran de tiştan bi hev re parve dikin. Piştevaniya jinan li vir mezin dibe. Berik ji xwe keda jinan e. Encama keda wan de dertê holê.  Em li berikan modelên wekê pezkovî, şahmeran yên ku sembolên pîroz yên Dêrsîmê ne nexş dikin. Her reng û her modela li berikê tê nexşkirin çîroka wan heye.”
 
Gulfîrazê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em 8 setan dixebitin. Li gorî kalîte û metre kareyê çêkirina berikê û xaliyan diguhere.  Xaliyek 3 metrekare du heval di du mehan de dikarin biqedînin. Lê dema ben zirav be pêvajoya çêkirinê dirêj dibe. Me di salekê de 5 xalî çêkirin. Yek jî çêkirina wê hîna didome.  Karsaz, dewlet û şaredarî dikarin ji bo mezinbûna me bibin alîkar.”