Polîtîkayên heteredoks jî xilas nekir, 2023 bi krîzê derbas bû

  • 09:05 21 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2023’an de hedefên ku hikûmeta AKP’ê dabûn ber xwe pê neanîn û li aliyê din jî mirovê ku berê dikaribûn xanî û wesayîtan bigirin niha dikarin bisiklete bigirin. Di 2023’an de enflasyon, xizanî, betalî zêde bû.
 
Li Tiriyeyê krîza aborî ku demek dirêje heye bi pandemiyê re ji 2020’an heta niha bi awayekî dijwar didome. Ji ber krîzê welatî hatine asta ku nikarin hilma xwe bigirin. Piştî erdheja 6’ê Sibatê şûnde qrîz kat bi qat zêde bû û welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî çareser bikin. Fatureya krîzê dîsa li xizanan hat birîn.
 
Ji Heterodoks heta Ortodok tiştek neguherî
 
Di dema Wezîrê Xezîne û Aboriyê Nurettîn Nebatî de polîtîkayên hetedodoks îflaskirin zêde bû û di 3’ê Hezîranê de Mehmet Şîmşek bû wezîrê Xezîne û Aboriyê. Mehmet Şîmşek aboriya piyasa serbest û Ortodoks pêk anî û piştî wê jî xeyal nîvco man tiştek neguherî.
 
Ji bo parastin û ewlehiyê 470 mîlyar
 
Li gorî plana butçye a 2023’an divê 3.2 trîlyon lira bac bihata komkirin. 1/3  lêçûnên hsabên mevduata parastina kur û lênçûnên faîzê yanî 565 mîlyar faîz û 500 mîlyar KKM ji bo xercê. Di 2023’an de ji sedî 10 butçe j işer re hat veqetandin. Ji bo parastin û ewlehiyê 470 mîlyar hat veqetandin.
 
Hedefên wan pêk nehatin
 
Di sedsala komarê de  hedefên ku AKP’ê dabû ber xwe pêk neanîn. Hikûmetê ji bo 2023’an hedefa Hasila Welat a Gayrîsafî (GSYH) wek du trilyon danî bû. Li gorî Fona Pere a Navneteweyî (IMF)  ya meha cotmehê wê GSYSH ya 2023’an trîlyonek û 155 mîlyar be.
 
Lêçûna aboriyê ya ji bo erdhêjê
 
Di 6’ê Sibatê de erdhej pêk hat û mûçeyê asgarî 8 hezar û 506 TL bû. sînorê birçîbûnê jî 8 hezar û 865 bû. Di erdhêjê de zirarek mezin derket holê û dihat gotin ku tablo zirarê 50 mîlyar dolare.
 
Tefe ufe 
 
Li Tirkiyeyê dema aborî tê gotin ewil enflasyon tê hişê mrovan. Li gorî TUÎK’ê endeksa bihayê bikarhêner (TUFE) di meha mijdarê de li gorî meha beriya vê ji sedî 3.28, li gorî kanûna sala beriya wê ji sedfî 60.09, li gorî meha sala beriya wê ji sedî 61.98 û li gorî 12 mehan ji sedî 53,40 pêk hatiye.
 
Rêjeyên betaliyê
 
Daneyên hikûmet aşkera dike nakokiya herî mezin di rêjeyên betaliyê de tên jiyîn. Li gorî TUÎK’ê di meha hezîranê de rêjeya betaliyê 9.6 pêk hatiye. Li gorî DÎSK-AR’ê jî rêjeya betaliyê 21.3 bû. Rêjeya betaliyê di cotmeha 2023’an de wek 8 mîlyon û 143 hezar E.
 
Zemên di 2023’an de hatine kirin
 
Di 2023’an de mûçeyê asgarî 8 hezar û 506 hat diyarkirin. Piştre ji bo benzîn, xurekan, kirê li ser hev zem hatin kirin. Heta ji sedî 500’î zem hatin kirin û welatiyan di alî starbûnê de pirsgirêkên mezin jiyîn. Ji bo telefonên ji derveyê welat dihatin anîn biryara 6 hezar û 91 Lîra pere bê girtin hat dayîn. Pasaporta herî erzan  ji 690 hezarî derket 2 hezar û 927’an. Kirêyên xaniyan ji sedî 61.5 zem bûn.
 
Nikarin debara xwe bikin
 
Li gorî daneyên Yekitiya Bankayên Tirkiyeyê krediyên di asta zirar û bi gumana tahsîlê de ne bûne 158 mîlyar TL. Ji ber aboriyê întîxar zêde bûne Li gorî daneyan di navbera sala 2018-2022’an de herî kêm hezar û 477 welatî ji ber pirsgirêka aboriyê dawî li jiyana xwe anîne. Di 2023’an de ji ber pirsgirêkên aboriyê întîxar zêde bûn. Her wiha malbatên ku nikarin lêçûna perwerde û xwarina zarokên xwe peyda bikin, zarokên xwe nikarin bişînin dibistanan. Li gorî rapora ‘Lêçûna Perwerdê Krîza Aborî’ ya Rojeva Bajar a Jansa Plansaziya Stenbolê (ÎPA) di 2016’an de para di GSYH’ê de butçeya perwerdê  ji sedî 4.21 bû  di 2023’an d ji sedî 3.48 şûnde ketiye. Di 2016’an de butçeya rêveberiya navendî ya pewerdê ji sedî 19.24 hat veqetandin di 2023’an de ji sedî 14.53 ye. 
 
 Ji çar zarokan yek birçî derin dibistanê
 
Di 2022’an de MEB ji butçeyê 22.24 par girt û ev di 2022’an de ji sedî 12,65 kêm bû. Zarokên ji sedî 27 nifûsê ava dikin, ji çaran 3 heb di dema dibistanê de ne û herî kêm ji çar heban yek birçî diçe dibistanê.
 
Di 2023’an de hinek geşedanên hatin jiyîn wihane: 
 
Çile
 
19’ê Çile: Bankaya Navendî polîtîka faîzê ji sedî 9 sabît girt.
 
24’ê Çile: Banka Navendî temîna xwe ya enflasyona dawiya salê ya 2023’an ji sedî 22.3 aşkera kir. OECD jî diyar kir ku wê di 2023’an de enflasyona Tirkiyeyê di ser ji sedî 40’î de be.
 
25’ê Çile: Nîvê şeve ji bo benzîn 1 TL û 25 kuruş zem kir.
 
26’ê Çile: Banka Navendî temîna xwe ya enflasyona dawiya salê ya 2023’an ji sedî 22.3 aşkera kir. OECD jî diyar kir ku wê di 2023’an de enflasyona Tirkiyeyê di ser ji sedî 40’î de be.
 
Sibat
 
* TUÎK’ê enflasyona meha çile ji sedî 6.65 aşkera kir. 
 
3’ê Sibatê:Li gorî daneyên ENAG’ê enflasyona meha çile ji sedî 9.18 zêde bûye û zêdebûnsa lane jî 121,62 bû. 
 
4’êSibatê: Li gorî BES\AR’ê enflasyon ji sedî 8.17 zêde bûye û ji gihiştiye ji sedî 129.
 
28’ê Sibatê: GSYH’ê daneyên TUÎK’ê aşkera kir û got Tirkiye li gorî sala borî ji sedî 5-6 zêde bûye.
 
Adar
 
4’ê Adarê: Pêşnûmeya der barê EYT’iyan di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê.
 
15’ê Adarê: Li gorî daneyên BÎSAM’ê di meha sibatê de sînorê birçîbûnê 9 hezar û 234, sînorê xizaniyê  31 hezar û 939 e.
 
16’ê Adarê: Piştî erdhêjan rezervên banka navendî nêzî 9,6 mîlyar dolar kêm bûn.
 
31’ê Adarê: Saziya  S&P nota krediya Tirkiyeyê xist negatîfê.
 
Nîsan 
 
11’ê Nîsnê: Endamên Egîtîm Senê diyar kirin ku mûçeyê teqawîtbûnê bertîla hilbijartinê ye û got ev deshtilatdarî dijminê ciwan, jin û gelane. 
 
24’ê Nisanê: Li gorî îstatîstîkên bazirganiya derve ya TUÎK’ê aşkera kiriye, di çaryeka ewil a 2023’an de valahiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê 34,7 mîlyon dolar e. 
 
27’ê Nisanê: Banka navendî beriya hilbijartinê biryara faîzê ya dawî aşkera kir.
 
Gulan
 
3’ê Gulanê: Endeksa  BİST 100 daket bin 4 hezar û 400 puanî û vegeriya asta meha mijara 2022’an.
 
3’ê Gulanê:  ENAG’ê enflasyon wek ji sedî 105,5  aşkerakir û TUÎK’ê wek 43,68 aşkera kir. 
 
11’ê Gulanê: Li gorî daneyên Banka Navendî valahiya meha Adarê 4,48 mîlyar dolare. 
 
15’ê Gulanê: Li gorî banka navendî lêçûna kuyum yên bi qert û hesabên mevduata krediye hatine jin heta 15 hezarî wê di barê kiymeta menkul de cih negirin. 
 
16’ê Gulanê: Piştî hilbijartinên serokomariyê ketin tura duyemîn di kura dovîzê de tevger çêbû. 
 
17’ê Gulanê: Banka Navendî ji bo bankayan  asta nû ya ji sedî 10 danî. 
 
23’ê Gulanê: CDS’ê 700 puan derbas kir û derket asta herî bilind a sala dawî. 
 
28’ê Gulanê: Li gorî daneyên endeksa xizaniyê Tirkiye di rêza 10’an de cih girt.
 
29’ê Gulanê: Piştî hilbijartina serokomariyê Erdogan qezenc kir dovîz û zêr bilind bûn.
 
30’ê Gulanê: Li gorî daneyên Turk-Îşê sînorê xianiyê ya malbateke 4 kesî derketiye 33 hezar û 750 TL.
 
Hezîran
 
9’ê Hezîranê: Ji bo benzîn 2.70, ji bo motorin jî 1.37 lîra zem hat kirin. 
 
16’ê Hezîranê: HDP’ê xwest mûçeyê asgarî derkeve 16 hezar û 250 Lîra.
 
20’ê Hezîranê: Komîsyona Tespîtê ya Mûçeyê Agarî biryar da ku mûçeyê asgarî derkeve 11 hezar û 402 lîra.
 
25’ê Hezîranê: Piştî biryara faîzê ya Banka Navendî dolar derket 25 TL yî. 
 
*Bi biryara serokomariyê Hafîze Gaye Erdan bû seroka Banka Navendîya Tirkiyeyê.
 
Tîrmeh
 
3’ê Tîrmehê: ENAG’ê enflasyona meha hezîranê  ji sedî 8,54, ya salane ji sedî 108,58 hesab kir. 
 
5’ê Tîrmehê: KESK, DÎSK û Teqawîtan bertek nîşanê daneyên TUÎK’ê dan û got dane rastiyê nîşan nadin.
 
 8’ê Tîrmehê: Li Stenbolê nan daxistin 230 gramî û biha jî kirin 8 TL. Simît jî bû 10 TL. 
 
11’ê Tîrmehê: Pêşniyara butçeya pêvek ya bi îmzeya sekomkarê AKP’ê pêşkêşî serokatiya meclîsê hat kirin ji komîsyonê derbas bû. 
 
18’ê Tîrmehê: Di OTV’a gazê de ji sedî 224 zêdebûn hat kirin. 
 
21’ê Tîrmehê: Li gorî daneyên TOBB’ê, meha hezîranê de 1938 şîrket hatine girtin, 6 mehên ewil yên salê de jî 9 hezar û 852 şîrket hatine girtin. 
 
24’ê Tîrmehê: KESK’ê daxwazên der barê hevdîtinên TÎS’ê de aşkera kirin û diyar kir ku divûçeyê herî kêm yê memuran bibe 47 hezar û 500 tl. 
 
31’ê Tîrmehê: TURK-ÎŞ’ê diyar kir ku sînorê birçîbûnê ya malbatek ji çar kesî pêk tê 11 hezar û 658 tl ye. Bi vî awayî sîorê birçîbûnê mûçeyê asgarî yê 11 hezar û 402 lîra bû derbas kir.
 
Tebax
 
5’ê Tebaxê: TDV ya girêdayê wezareta karê diyanetê, tabloya wan ya hatin û çûyînê ya 2022’an di çapemeniyê de hat dîtin. Li gorî vê hatina wan li gorî 2020’an ji sedî 218, li gorî 2021’ê jî ji sedî 93 zêde bûye. 
 
5’ê Tebaxê: Li Stenbolê ji bo veguhestina komî ji sedî 51.52 zem hat kirin. 
 
16’ê Tebaxê: Ji bo benzîn zem hat kirin û benzîn bû 38 lîra. 
 
*16’ê Tebaxê: KESK’ê diyar kir ku wê li dijî mûçeyê xizaniyê serî netewînin. 
 
* 22’ê Tebaxê: Li gorî daneyên IMF’ê  rezerva zêr ya Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de daketiye 21,28 mîlyon onsî.
 
Îlon
 
4’ê îlonê: Koma  Philip Morris, ji bo hemû cîgareyan 5 TL zem kir. 
 
11’ê îlonê: Li gorî rapora îstîhdam û betaliyê ya DÎSK-AR’ê hejmara betalan 8,7 mîlyone. 
 
18’ê îlonê: Li gorî lêkolîna BÎSAM’ê  di meha Tebaxê de sînorê birçîbûnê ya malbatek çar kesî derketiye 12 hezar û 34 TL.
 
 25’ê îlonê: Banka Navendî, di hesabên Mevduata paratsina Kurdê ya Dorveger a TL de ferzkirina faîza asgarî rakir.
 
Cotmeh  
 
*3’ê Cotmehê: Li gorî ENAG’ê navbera meha çile û îlonê de rêjeya enflasyonê bûye ji sedî 95.33. 
 
*20’ê Cotmehê: Butçeya sala 2024’an ku wek 11 trîlyon û 89 mîlyar lira dihat texmînkirin, pêşkêşî Komîsyona Plan û Butçeyê hat kirin. Di butçeyê de tê payîn ku ji bo ewlehî û parastinê  trîlyonek û 133 mîlyar û 500 mîlyon lira ji şer re bê veqetandin. 
 
21’ê Cotmehê: Hikûmeta AKP’ê di bin navê lêçûna bacê de 2 trîlyon û 2010 mîlyar baca ji sermayedar û dewlemendan negirt. 
 
Mijdar 
 
7’ê Mijdarê: Wezareta Xezîne û Aboriyê di du îxaleyan de 18 mîlyar 587,2 mîlyon deyn kir. 
 
10’ê Mijdarê: Li gorî daneyên TUÎk’ê, betaliya li Tirkiyeyê meha beriya îlonê de bi 1.2 puanî kêm bûye û bûye ji sedî 21.8.
 
15’ê Mijdarê: Euro derket 31.19 TL yî. 
 
16’ê Mijdarê: Parlamenterên HEDEP’ê di civîna Komîsyona Plat û Butçeyê de wezîrê parastinê Yaşar Guler protesto kirin û dovîzên ku bertek nîşanê şer didin vekirin. 
 
28’ê Mijdar: TURK-ÎŞ’ê rêjeyên xizanî û birçîbûnê aşkera kir. Meha mijdarê de sînorê birçîbûnê derket 14 hezar û 26 TL û sînorê xizaniyê jî derket 45 hezar û 687 TL.
 
Kanûn
 
3’ê Kanûnê: Serokê TURK-Îş’ê Ergun Atalay, da zanîn ku wê bazara mûçeyê asgarî ji 14 hezar lîrayêî bidin vekirin. 
 
14’ê Kanûnê: Banka Navendî rezerva brüt a komî wek 141.4 mîlyar dolar aşkera kir. 
 
16’ê Kanûnê: Bi biryara di rojnameya fermî de hat aşkerakirin ku  ji 25’ê Kanûnê şûnde wê ji bo hemû dermanan ji sedî 25 zem bê kirin.