Berxwedana Ozak Tekstîl: Li hundir patron, li derve jî zextên walîtiyê!

  • 09:03 21 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
RIHA - Li dijî zextan berxwedana karkerên Febrîqeya Tekstîlê ya Ozakê berdewam dike, karkeran diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn dê berxwedana xwe bidomînin û gotin: "Patron li hundir û walî jî li derve zextan dikin."
 
Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1'emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê li dijî zext, mobbîng, gef û derxistinên ji kar çalakiya berdana kar dabûn destpêkirin. Karker gelek caran li ber fabrîqeyê rastî êrişan hatin û hatin binçavkirin. Karkeran diyar kirin ku heta ku daxwazên wan bê cih dê çalakiya xwe bidominin. Her wiha ji gelek sazî û rêxistinên sivîl jî bi serdanên xwe piştgiriyê didin karkeran. 
 
Karkerên jin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
'Em karê xwe dixwazin'
 
Xebatkara Ozak Tekstîlê Şeyma Çavur, diyar kir ku hevala wan ji bi hin hincetan ji kar hat derxistin û got: "Li kar gelek caran bi zextan re rûbirû dimînin. Li dijî şîdetê xebatkar bûn yek û di bin banê BÎRTEK-SEN’ê de xwe bi rêxistin kir. Ji roja destpêka çalakiyê heta îro cenderme li hemberî çalakiya me barîkat danîn. Rêya hatin û çûyîna fabrîqeyê girtin û me ji Herêma Pîşesaziya Organîzeyê dûr xistin. Her serê sibê bi heman rewşê derdikevin pêşiya me. Beyî biryara dozgeriyê hatin me 2 şev û 3 rojan binçav kirin."
 
Şeyma, daxuyand ku hevala ku ji kar hatî derxistin pêşniyara tazmînatê lê hat kirin û wiha bi lêv kir: "Telefonê li me kirin û gotin 'Em ê we ji kar derxin û tazmînatê bidin we'. Lê divê bê zanîn ku tê berxwedana xwe bidomînin heta ku fabrîqe daxwazên wan qebûl bike. Armanca me ji kar derketin û tazmînat nîne armanca me em dixwazin carek din vegerin ser karê xwe." 
 
'Em di şert û mercên pir xerab de dixebitin'
 
Jina din a li Fabrîqeya Tekstîlê ya Ozak Beyza Nur jî diyar kir ku ew ê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin. Beyzayê anî ziman ku dixwazin dengê xwe li her derê bidin bihîstin û wiha got: “7 meh in ez li kargehê dixebitim. Heta niha gelek gef  li min xwarin û bi mobîngê re hatim rû hev. Dema ku ez nexweş bûm destûr nedan min. Li gelek hevalên me jî tundiya derûnî tê kirin. Em li wir di şert û mercên xerab de dixebitîn. Ji ber sendîkabûyînê hevalekî me bi hincetên vala ji kar avêtin. Me li dijî hemû zordarî û tundiyê ji bo ku em ji heman rewşê ji kar neyên derxistin me dest bi rawestana kar kir."
 
'Li hundir karsaz û li derve jî walîtî me rehet nahêle'
 
Beyzayê, anî ziman ku li hundir ji aliyê karsaz û li derve jî ji aliyê alîtiyê ve zext li wan tên kirin û wiha got: “Cedirme bi ava şid û ço êrîşî me dikin. Parlament tevli çalakiya me bûn lê guh nedan wan jî û êrîşî me kirin. Gelek hevalên me birîndar bûn. Walî li pişta karsaz e. Pêşî pêşiya kargehê girtin, piştre ya mizgeftê girtin û herî dawî jî em derxisitn derve. Lê em çalakiya xwe berdewam dikin."
 
'Heta daxwazên me qebûl bikin wê çalakî bidome'
 
Beyzayê diyar kir ku ji bo çalakiyê bi dawî bikin divê daxwazên wan bên qebûlkirin û ev tişt got: “Em dixwazin hevalê me yê ji kar hatiye avêtin ji nû ve bigirin kar, tundî, mobbîng û zextên li hundir bi dawî bibin û sendîkaya BÎRTEK-SEN a li cem me ye, bi me re têkeve hundir."
 
'Em serî natewînin'
 
Xebatkara tekstîlê Bêrîvan Karakûrt, diyar kir ku fabrîqeyê ew xapandine û got, "Tevî ku derketina me nebû jî gotin, 'Derketina we hat dayîn', werin tazmînata xwe bigirin'.  Lêbelê, tiştek wisa tune bû. Ew her tiştê ku ji destê wan tê dikin ji bo ku me bê berdêla keda me bişînin malê û dixwzin belgeyên amade kirin bi me bidin îmzekirin." Bêrîvanê diyar kir ku ew ê tu carî serî li ber zextan netewînin.