ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan

  • 14:12 19 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) Rapora Cînayetên Baskê Kar ê Tekstîlê ya 2013’an û 2023’yan aşkere kir. Li gorî raporê di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
 
Bajarê herî zêde mirin lê çêbûn bû Stenbol. Di raporê de hate diyarkirin ku li Dîlokê 47, li Tekîrdagê 43, li Bûrsayê 24, li Denîzliyê 20 û li Rihayê jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku ji sedî 86’ê mirinan di qezayên trafîkê de çêbûne, 55 ji ber teqîn û şewatê, 48 ji ber perçiqîn û hezazê, 38 ji ber ketina ji jor, 31 jî ji ber Kovîd-19’ê çêbûne. 
 
Di raporê de hate diyarkirin ku 81 jinan û 16 zarokan jî di cînayetên kar ên di vî baskê kar de jiyana xwe ji dest dane.