DÎSK dê li 11 bajaran meşan li dar bixe

  • 16:32 8 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
 
ENQERE - DÎSK dê bi dirûşma “Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û ji bo kêmtirîn mûçeyeke însanî” li 11 bajaran meş li dar bixe. 
 
Lijneya Nûnerên Herêma Anatoliyayê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Navenda Giştî ya Sendîkaya Genel-Îşê bi daxwaza “Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û ji bo kêmtirîn mûçeyeke însanî” daxuyanî da. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Serokê Giştî yê Genel-Îşê Remzî Çalişkan û rêveberên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê tev li daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyaniyê pankartên “Ne kêmtirîn mûçe, peymana civakî” û “Di dahatê de edalet, di bacê de edalet” hatibûn hilayîstin. 
 
Arzû diyar kir ku li çar aliyên welêt bi dirûşma “Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û ji bo kêmtirîn mûçeyeke însanî” rabûne ser pêyan û wiha got: “Bi bilindbûna enflasyona bilind re hêza kirînê kêm dibe û îcar ev jî bes nake ku bi bacên nebiedalet pariyê nanê me biçûktir dibe. Di dîroka komarê de mezintirîn krîza lihevparîkirinê tê jiyîn. Çerxên vê pergalê dewlemendan dewlemendtir û xizanan xizantir dike. Di rewşeke wiha de hevdîtinên kêmtirîn mûçeyê dest pê dikin. Me daxwazên xwe hefteyek berê eşkere kiribû. Di temamiya hefteyê de hevalên me yên li her qadê rabûn ser pêyan û gotin; ‘Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û ji bo kêmtirîn mûçeyeke însanî.’” 
 
Em ê piştgiriyê bidin ‘Mitînga Mezin a Teqawidan’. Ji 8’ê kanûnê ve jî em ê bi dirûşma ‘Di dahatê de edalet, di bacê de edalet û ji bo kêmtirîn mûçeyeke însanî’ li çar aliyên welêt rabin ser pêyan. Di vê çarçoveyê de em ê di 8’ê kanûnê de li Enqereyê, di 11’ê kanûnê de li Edîrneyê, di 12’ê kanûnê de li Kirşehîrê, di 13’ê kanûnê de li Mêrsînê, di 14’ê kanûnê de li Antalyayê, di 15’ê kanûnê de li Îzmîrê, di 19’ê kanûnê de li Artvînê, di 20’ê kanûnê de li Eskîşehîrê, di 21’ê kanûnê de li Kocaeliyê, di 22’yê kanûnê de li Bursayê û di 25’ê kanûnê de jî li Stenbolê ji bo mezinkirina hêviyê li qadan bin.”