ÎSÎG: 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • 13:24 6 Kanûn 2023
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - ÎSÎG’ê diyar kir ku di encama cînayetên kar ên meha mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha mijdarê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di meha mijdarê di encama cînayetên kar de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dane û bi giştî di nava 11 mehan de hezar û 772 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku ji sedî 20’ê mirinan ji ber ketina xwarê, ji sedî 17 ji ber meriçîn û hezazê, ji sedî 17 jî ji ber qezayên trafîkê û servîsan çêbûne. Her wiha hat ragihandin ku di cînayetên kar de 2 zarok û 7 penaberên karker jî jiyana xwe ji dest dane.