Dirûnkarên Amedê: Em nikarin mesrefa xwe derxînin

  • 09:03 27 Cotmeh 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Dirûnkarên Amedê balkişandin ser qeyrana aboriyê ku her diçe kûr dibe û diyar kirin ku bihayê qumaş gelek zêde bûye û ne gel dikare bikire û ne jî ew dikarin karê bikin.
 
Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê li her qadê qeyrana aborî gav bi gav kûrtir dibe. Ji buhabûnê hemû beşên civakê bi bandor dibin. Beşeke din a civakê ku ji vê qeyranê bi bandor dibe jî esnaf in.  Esnafên ku li Amedê dirûnkariyê dikin gilî û gazinên xwe yên ji ber qeyranê bi ajansa me re parve kirin.
 
‘Buhayê kargoyê ji yê cilan zêdetir bûye’
 
Roza Dalli ya ku 16 sal e dirûnkar e û di zarokatiya xwe de wê ji vî karî hez kiriye. Rozayê diyar kir ku ew nikare berhemên ji bo karê wê pêwist bikire û da nîşandan ku tişta herî zêde bandorê li wan dike krîza aborî ye û girêdayî vê krîzê jî buhabûna dolar e. Rozayê wiha pê de çû: “ Pereyê Tirk bûye xwelî. Em dîbêjîn dolar ewqasî zêde bûye, hinek fêm nakin, dibêjîn 'çi eleqeya me me bi dolar' heye. Ji derziyê heta ta bigire hemû tên hawêrdekirin û bi dolar û ewro tên. Dema ku em mal digrin, buhabûn  û erzanî girêdayî dolar e. Her tiştê me girêdayiyî dolar e. Dema ku em bûha zêde dikin, kiryar dibêje pir e, dema ku em erzan didin jî vê demê jî em zerarê dibînin. Berê me li ser înternetê gelek cil ji kesên ku ji vir çûne Ewropayê re dişandin. Me dida kargoyê û dişand. Niha bihayê kargoyê ji yê cilan 2 qat zêdetir bûye. Berê min gelek cil dişandin ji navçeyan re. Êdî heqê kargoyê ji yê cilan buhatir bûye. Ne ez dikarim bifroşim û ne jî bidim kire û ne jî kiryar dikarin bikirin. Em pir zirarê dibînin. Kirê jî gelek buha ye.”
 
‘Keda me vala diçe’
 
Rozayê da xuyakirin ku tenê mesrefa astar û dirûtina cilekî hezar û 500 dike û ew nikare li gorî buhayê ku kirîye kara xwe lê zêdebike  bifiroşe.  Rozayê bilêvkir ku di vê rewşê de gel nikare cilan bikire û wiha dom kir: “ Bi vî awayî em gelek zerarê dibînin. Ne ez tenê, tu ji kîjan bazirganî bipirsî vê gazindê dike. Dema ku ji me re qezenc nemîne, keda me vala diçe. Ji ber vê yekê em bi gazinin.”
 
‘Piştgirîya wan di gotinê de dimîne’
 
Rozayê da nîşandan ku ji bo esnafan tu piştgirîya aborî ji aliyê hikûmetê ve nayê kirin û anî ziman ku pişrtgiriya wan di gotinê de dimîne. Rozayê da zanîn ku wê beriya çend salan carekê serî li Serokatiya Rêveberiya Pêşkeftin û Piştgiriya Pîşesaziya Piçûk û Navîn (KOSGEP) daye  û bi hêncetên şert û mercan serlêdana wê ya ji bo piştgiriyê qebûl nekirine û wiha dom kir: “Heta qirûşekî didin wê di çav û pozê mirov re tînin. Her tişt li ber çava ye. Hem krîza aborî heye û hem jî erdhêj çêbû. Ez di kirê de rûdinim, kirêya min 2 hezar û 300 lîra bû, xwediyê xaniyê min kirê kir 7 hezar lîre. Av heye, ceyran heye, ew jî hatin buhakirin. Dewlet qet alîkariyê nade me. Bi qasî kevçiyê çay bide me bi çemçikê ji me digire. Bi vî awayî xela çê nebe baş e. Di vê rewşê de em diçin bazarê, em nikarin poşetekî tijî bikin. Tu 500 lîrayê dibî, 2 an jî 3 poşet di dest te de tu têyî malê. Wisa berdewam bike em ê welatekî nexweş û nebaş ji zarok û neviyên xwe re bihêlin.”
 
Evaran ji ber fikaran nikare razê
 
Ayhan Kaşa ya ku 20 sal e karê dirûnê dike jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku karê wê berê bi qîmet bûye lê belê piştî qeyrana aboriyê  nema dikarin qumaş jî bistînin. Ayhanê da zanîn ku beriya qeyrana aboriyê perçeyê qimaş bi 250 bû û taximek cil  bi 50 lîrayî didan bi kirê û wiha berdewam kir: “Îro metreya qimaş bûye 1750 lîre û  em bi 250-300 lîrayî didin kire. Herwiha kirêya me ya dikanê jî zêde dibe. Her tişt buha bûye. Di rojekê de 30-40 lîre diçe heqê riya me. Em nikarin vî karê berdewam bikin. Çavê me lê ye ku em kargeha xwe bigirin. Êdî tehma kar nemaye û her tişt gelek buha ye. Ji erdhêjê şunde me cihê karê xwe gelek caran guhert. Ji ber ku xanî û dikana me xesareke mezin dîtin. Ji xwe alavên me hemû di binê kavilê de man. Em wek berê nikarin debara xwe bikin. Rewşa me ya aborî qet nebaşe. Em êvarê dema serê xwe didin ser balgîhê ji ber pirsgirêkên heyî em nikarin razên. Em dikevin fikra  em ê sibê filan perçeyê xwe çawa bistînin? Em ê kirêya dikanê çawa bidin? “
 
‘Em ji bo faturayan dixebitin’
 
Devrîm Algaz jî ya ku 2 sal e dirûnkariyê dike, di heman demê de cilên ku didirû dide kirê. Devrîmê desntîşan kir ku ji ber nikaribûye debara mala xwe bike dest bi vî karî kiriye. Devrîm da xuyakirin ku ew hem vî karî dike û hem jî karê malê li ser milê wê ye û ev jî gelek wê dike zoarê. Devrîmê wiha axivî: “Berê li hemberî vê keda mezin pereyê ku diket destê me têra me dikir lê belê niha wisa nîne. Kirêya malê 750 bû niha bûye 5 hezar lîreyê Tirk. Her tişt zêde bûye. Tu bêjî em hûn dikarin tiştekî bistînin? Em ê bibêjin em nikarin. Em tenê rojane dikarin heqê xwarina xwe derbixin. Em hewl didin ku hewcedariyên zarokên xwe bînin cih. Ji xeynî wê em nikarin debara xwe bikin. Em ji bo faturayan dixebitin.”
 
Qezenca wan di nav mesrefên dikanê de dihele
 
Devrîmê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ji serê sibê heta êvarê lampeyên xwe vêdixin, cilan dişon û ûtî dikin. Devrîm diyar kir ku ew tev mesrafin û ji binê van mesrefan nikarin rabin. Dewrîmê wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Pereyê pereyê veguhestina komî ango otobus û minîbusên li nava bajêr gelek zêde bûye û bûye 14 lîre. Ji xwe her roj mazot û motorîn bihayê wan tê zêdekirin.”
 
‘Em çerxa xwe bi zorî dizivirînin’
 
Birgul Bugdayci ya 6 sal e dirûnkar e di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 30 sal jî destkarî kiriye. Birgulê anî ziman ku beriya qeyrana aboriyê rewşa wê ya kar baştir bûye û niha ji ber zêdebûna dolar her ku diçe qumaş jî buha dibe. Birgulê wiha got: “ Metreya qumaşê ku bi 3 dolaran bû niha bûye 10 dolar. Gel jî xizan e û nikare bikire. Em fistanekî li dora 300 lîreyê Tirk difiroşin, yên din jî  li dora  400  500 lîre ye û kiryar nikare bikire. Ji ber vê wekî berê dikan tijî nabe. Em çerxa xwe bi zorê dizivirînin. Xwediyê dikanê kirêya dikanê ji 1400 lîrayî  derxist 4 hezar lîre. Ka em ê çawa nan bixwin? Dirûnkarî  kedkari ye û bi qasî keda ku em didin ji keda me re rêz nayê girtin. Kiryar gazinan dikin û dibêjin ku hûn gelek buha didin.”                                                                                                                  
 
‘Erdogan marekî biçûk bû niha bûye zîha’
 
Birgulê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta serokkomarê Tirkiyeyê neguhere wê qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê bi dawî nebe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Divê rêveberî biguhere. Bi dengên kurda ew  hat serî. Marê biçûk bû lê niha bûye zîha. Erdogan bû zîha.”