Hilberînerên tûtinê: Em nikarin debara xwe bikin

  • 09:07 21 Cotmeh 2023
  • Ked/Aborî
 
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Menîca Şakar a li gundê Bêgoza yê Şemzînanê hilberîneriya tûtinê dike wiha got: “Em nikarin debara xwe bikin. Ji cihekê hatiniya me tune ye. Em naxwazin çandina tûtinê bê qedexekirin. Qe nebe em pê debara xwe dikin.”
 
Li gundê Bêgoza ê Şemzînan a Colemêrgê, jin bi hilberîna tûtinê debara xwe dikin û li dijî krîza aborî, şer û qedexeyan têkoşîna wan didome. Qadên çandiniyê ku ji ber polîtîkayên şer roj bi roj teng dibin, krîza aborî hîn bêtir giran dikin. Li gorî Qanûna Têkoşîna Kaçaxvaniyê ya Hejmar 5607 heta ji Wezareta Çandinî û Daristanê belgeya rayeyê neyê girtin an jî daxwaz neyê kirin ji bo kesên bazirganiya tûtinê dikin ji du salan heta 5 salan cezayê girtîgehê tê dayîn. Kesên dixwazin belgeya rayeyê bigirin jî 50 mîlyon TL tezmînat ji wan tê xwestin.
 
Jin li aliyekî li dijî qedexeya tûtinê têdikoışin li aliyê din jî dest bi hasada tûtinê kirine. Di mehên îlon û cotmehê de tûtin tê komkirin. Jinên ku ji mêran zêdetir kedê didin, ji ber krîza aborî jî keda wan tune dibe.
 
‘Debar zehmet bûye’
 
Menîca Şakar a 60 salî  bi karê sewalkarî, baxçe û tûtinê re mijul dibe. Menîcayê wiha vegot: “Mehên havînê de em baxçe çêdikin û tûtinê diçînin. Em jin bi baxçe, tûtin û sewalan re eleqeder dibin. Mêr jî tenê li sewalan dinêrin. Em bi pereye keda xwe ji bo zivistanê xurekan digirin. Ji ber zivistanê li gund kar tune ye. Kurekî min girtî ye. Em bi pereyê qezenc dikin li wî dinêrin. Em havînê dixebitin zivistanê pere diqede. Her tişt biha bûye. Debar pir zehmet bûye.”
 
‘Berê her tişt erzan bû’
 
Menîcayê wiha bi lêv kir: “Temenê min derbas bû. Kar zehemte. Ez li pez dinerim. Ez diçim zozanan. Em wesayîtê kirê dikin. Lê benzîn pir biha ye. Em zehmetiyan dikşînin.  Hilberîna tûtinê jî pir zehmet e. Em beramberê keda xwe nagirin. Em havînê tûtinê diçînin. Em du sê rojan carê av didin. Em piştre kom dikin hişk dikin. Piştre li gorî kalîteyê em biha didinê.  Sala borî kiloya tûtinê 700 TL bû. îsal jî hezar TL ye. Lê her tişt biha bûye. Em beramberê keda xwe nagirin.”
 
Bila firotina tûtinê neyê qedexekirin
 
Menîcayê di dawiyê de daxuyakirin ku bila firotina tûtinê neyê qedexekirin û wiha got: “Em tûtinê nefiroşin wê rewşa me pir xerab be. Ew jî bê qedexekirin em nizanin çi bikin. Ji xwe em debarê nakin. Hatiniyek me tune ye. Bila firotina tûtinê neyê qedexekirin. Qe nebe em pê debara xwe bikin.”