‘Hewcedariyên sereke pir biha tên firotin’

  • 09:05 30 Îlon 2023
  • Ked/Aborî
 
 
AMED - Pedên hîjyenîk yên divê bê pere ji bo jinan bê dayîn, bi bihayên zêde tê firotin. Jinan bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku  ji ber bihayê pedan pir zêde ne nikarin bigirin.
 
Ji ber krîza aborî welatî hatine asta ku nikarin hewcedariyên xwe yên esas bigirin. Yek ji va hewcedariyan jî pedên hîjyenîk in. Pedên hîjyenîk li hinek welatan bê pere tên dayîn û li Tirkiyeyê ji ber bihayên zêde jin pirsgirêkan dijîn. Ligel bihabûna pedan, yên bê kalîte jî rê li ber enfeksyonan vedike.
Jinên Amedê der barê mijarê de axivî û diyar kirin ku pedên hîjyenîk veguhertine bazirganiyê.
 
Rojîn Kaya der barê mijarê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Ped ji bo jinan hewcedariye. Ne luks e. Li şûna wê gelek alavên din hene lê em ji xwe nikarin xwe bigihînin wan. Ji ber pir bihane. Pakêta pedê ya 20 heb têde 100 TL ye. 2 sal berê me bi 30 lîra 15 lîra digirt. Lê niha pir bihane. Ez 4 saetan carê ped neguhertim ez bi enfeksiyonê dikevim.”
 
Fateme Safarzede jî bi lêv kir ku li hinek welatan pedên hîjyenîk û hinek derman bê perene û got li Tirkiyeyê derfetên tenduristiyê pir qels û bi sînorin.
 
‘Divê bê pere bê belavkirin’
 
Xwendekara Tipê Elîf Akbaba jî destîşan kir ku divê testa HIV û pubîs bê pere bin û got gelek jinên nikarin xwe bigihînin van hewcedariyan hene û got divê alavên wisa bê pere bên dayîn.
 
‘Ez pedan ji welatê xwe tînim’
 
Neda Bîgon ay aji Îranê ye û ji bo dibstanê hatiye Tirkiyeyê jî wiha anî ziman: “Ez pedan ji Tirkiyeyê naynim. Ez ji welatê xwe tînim. Pedên vir bê kalîte ne û pir jî bihane. Ev hewcedariya sereke ya jinan e. Divê ev bê pere bin.”
 
Sedef Acar jî der barê mijarê de axivî, bertek nîşanê bihayan da û got sedema vê krîza aboriye û wiha dawî lê anî: “Li dijî vê rewşê bertek jî tûneye. Bi rastî balkêşe. Gelek jin nikarin xwe bigihînin pedên hîjyenîk. Divê pêşî li vê bê girtin. Divê jin li dijî vê bêdeng nemînin.”