Nanek bûye 15 TL !

  • 09:02 15 Îlon 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Li Amedê ku pirsgirêka betaliyê tê jiyin welatiyan diyar kirin ku tu tiştekî li gorî dilê xwe nikarin bigirin û nikarin hewcedariyên sereke bigirin. 
 
Li Amedê betalî her diçe zêde dibe û gel neyînî  bi bandor dibe. Welatiyan diyar kirin ku karsaz dixwazin wan di karên bê sîgorte û butçeyek kêm bidin xebitandin û ji vê rewşê gelek bi gazincin.  Gelek ciwan ji ber pirsgirêkên aborî dest ji dibistanê berdidin  û bo piştgiriya malbatê dixebitin. Gelek kes ji ber nikarin nan bibin malên xwe  întîharê didin ber çavan.
 
Welatiyên Amedê der barê betaliyê de axivîn.
 
‘Ev rewş ji  îqtîdara yek mêrî diqewime’
 
Yagmur Aslan  diyar kir ku ji ber derfetên aborî nexwendiye û ji ber vê dibistan berdaye lîse ji derve qedandiye û got: “Ez li kar digerim. Kar tûne ye. Berê li Stenbolê dijiyam. Niha me barkir Amedê. Krîzê li Stenbolê em pir dan zorê. Me got belkî li vir derfetên me hêsan bin. Lê piştî em hatin Amedê rewş li vir jî ne cuda bû. Em di alî aborî de zehmetiyê dikşînin. Her tişt zehmet bûye. Em jin zehmetiyan dikşînin. Betalî ji ber  îqtîdara yek mêrî diqewime.  Ez duh ji bo karekî çûm hevdîtinê. Ez kuaforum. Ji min re gotin tû çiqas dixwazî. Min jî got mûçeyê asgarî. Lê gotin em mûçeyê asgarî nadin. Min ji xebatkarekî mêr yê wir pirsî got mûçeyê asgarî digire û got ji ber xebatkarê berê ye vî mûçeyî digire. Lê ez jî hoste me. Gotin 4-5 hezar dikarin bidin.”
 
‘Bi mûçeyê asgarî tiştek nayê girtin’
 
Ayşe Ekîcî jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Ez çûm hevdîtina kar. Xwediyê kar got tûyê paqijiyê bikî. Min ji bo sekreteriyê serlêdan kir. Lê gotin divê tû herduyan jî bikî. Ji bo yek mûçeye bidin du kesî barê giran didin ser milên mirovan. Min qebûl nekir. Betalî her diçe giran dibe. Em ciwan ji nedîtî ve tên. Li şûna em dibistanê bixwînin em neçarî xebatê tên kirin. Ji 4 asliya xwe de ye dixebitim. Tevî vê tû qezenca min tûne ye. Bi mûçeyê asgarî debar nabe. Nanek bûye 15 TL e. Em 8 nifûsin. 3 kes dixebitin. Lê tevî vê debar nabe."
 
‘Dixwazin Kurdistanê bi her alî tûne bikin’
 
Meryemê daxuyakirin ku li welat kar tûne ye û anî ziman: “Mirov nikarin fature û kirê bidin. Ji ber vê întîhar dikin. Gelo dewlet vê dibîne. Her roj bihayê her tiştî zêde dibe. Malbatek 4 zarok û xanî jî kirê be. Wê ew malbata çi bike. Kurdan bi kîmyasalan jehrî dikin, bi bombeyan êrîş dikin. Daran dibirin. Divê Kurd bibin yek û vê hovîtiyê qebûl nakin.”
 
Jina bi navê Rabîa Toprtak jî bertek nîşanê rewşê da û da zanîn ku rewşa Tirkiyeyê her diçe xera dibe û betalî jî zêde dibe.  Rabîayê got rayedar div ê mijarê de tû tiştekî nakin û got rayedar eleqeder bibin wê pirsgirêk ji holê hêdî hêdî rabin.
 
‘Heqdestê jinan kêm e’
 
Neslîhan Saka jî nêrîan xwe wiha diyar kir: “Hevala min li Almanyayê dixebite. 9 hezar Euro digire. Ew pere li Tirkiyeyê 250 hezare. Ez ê îsal biçûma dersxanê lê nikaribûm. Ez ez ji bo bixaînim dixebitim û bi derfetên xwe dixwînim. Rewşa xwendekaran nebaşe. Jin dixebitin heqdestê wan keme.”
 
Welatiyek din jî bertek nîşanê rewşê da û got mirov nikarin jiyana li gorî dilê xwe bijî û her wiha got ji ber kêfa rayedaran bedelek giran didin.
 
Welatiyek din jî nerazîbûnên xwe yên li dijî rewşê anî ziman û diyar kir ku di vê demê de zanîngeh nikare bê xwendin û got ji xwe di xizaniyê de ne, rewşa aborî nebaşe, bi bursa ku dewlet dide jî pereye yurdê tenê dikarin bidin.