‘Berpirsiyariya perwerdeyê dan ser milên malbatan’

  • 09:02 11 Îlon 2023
  • Ked/Aborî
 
AMED - Bi vekirina dibistanan re mamosteyan balkişandin ser krîza aborî ya li ser malbat û zaorkan û gotin  zarok di mijara veguhetsin, starbûn, xwedîbûn û alavên perwerdê de bi astengiyan re tên rû hev.
 
Sala nû ya perwedê ya 2023-2024’an îro dest pê dike. Ji ber krîza aborî  gel nikare hewcedariyên dibistanê bigirin û mixabin îsal jî zarok bi kêmasiya alavan dest bi dibistanê dikin. Krîza bandorek mezin li mutbexan kiriye wê li sireyên dibistanê bê hîskirin. Kedkarên perwerdê yên jin pêvajoya nû nirxandin.
 
‘Em dahnekî bê pere xwarinê dixwazin’
 
Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Prof. Dr. Nejla Kurul diyar kir ku di rewşa heyî de ji ber krîza aborî malbat pirsgirêkan dijîn û pirsgirêkên esas veguhestin û starbûn e. Nejlayê balkişand ser xwedîkirina zarokan û wiha dirêjî daye: “Ne pêkane malbat fêkî bikin çenteyên zarokên xwe. Kîloya hêjîran 80-90 TL ye. Ya Xoxan 50 TL ye. Ev pirsgirêkên cidî ne. Alavên kirtasiyê pir biha ne. Cil û bergên dibistanê pir biha ne. Wezaretê jî rewş dît û daxuyaniyek da. Got heta ferz nebe cilên zarokan neguherin. Her kes xizaniyê dibîne lê tu tedbîr nayên girtin.”
 
‘Krîz pêşî li serkeftina zarokan jî digire’
 
Nejlayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkên din pereye qeydane û got: “Dibistanên taybet ji 20 hezarî dest pê dikin û heta 100-800 hezarî derdikeve. Ev cudahiya navbera dibistanên cemwaerî de nîşan dide ku perwerde vediguhere bazirganiyê. Zarok pir zû  radibin diçin dibistanê. Zarok bê taştê diçin. Ger pereyê wan tûne be, zarok bi saetan birçî dimînin. Bihayê dew, ava fêkiyan avê zêde ye. Zarok nikarin bigirin. Ev rewş bandorek neyînî li zarokan dike. Pêşî li serkeftina wan digire.  Di vê pirsgirêkên veguhestin, ava paqij, xwarinê ya zarokan bê peyda kirin.”
 
‘Zarok di nav xizaniyê de mezin dibin’
 
Hevseroka Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn jî di vê mijarê de nêrînên xwe ji me re anîn ziman û diyar kir ku pirsgirêkên starbûn, perwerde, tenduristî, veguhestinê tên jiyîn û gelek kes nikarin van hewcedariyên xwe bînin cih. Emîneyê wiha dirêjî da axaftina: “Zarok neçar dimînin di nav xizaniyê de mezin bibin. Li tirkiyeyê krîzek mezin heye. Bi her ali ev krîz tê jiyîn. Gelek zarok wê bi gelek kêmasiyan dest bi dibistanê bikin.”
 
'Bar dane ser milên malbatan'
 
Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê perwerde bûye wek alavê. Bûye piyasa. Dibistanên dewletê jî anîne statûya dibistanên taybet. Ji her malbatê pereye lêçûnê tê girtin. Dewletê berpirsyariya xwe li ser milên malbatan bar kiriye. Niha ji sedî 90 butçeya dibistanê malbat didin. Mixabin bi van pêkanînan pêşî li mafê perwerdê tê girtin.”
 
Pirsgirêka xwedîbûnê
 
Aktîvîsta Koordînasyona Erdhêjê ya Semsurê Zehra Yanardag jî bal kişand ser zarokên herêma erdhêjê û wiha vegot: “Cihên ku em bêjin hewcedariya zarokan tê peyda kirine nemaye. Li herêmên erdhêjê zarok gelek pirsgirêkan dijîn.Ne tenê alavên kirtasiyê. Dibistan vebûn. Xwedîbûna zarokan mijarek cidî ye. Zarok di dema mezinbûnê de ne. Ji van polîtîkayan herî zêde jin bi bandor dibin. Piştre jî zarok. Divê di esasa hewcedariya şexsî ya zarokan de bernameyek perwerdê bê pêşxistin.”